Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitara xwe vekirin

  • 20:52 23 Adar 2023
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşarê ku 731 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, di roja ewil a meha Remezanê de li ber edliyeyê fitar vekirin.
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûnn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûnn. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 731’ê de berdewam dike.
 
Malbata Şenyaşarê meha Remazanê ya îsal jî li ber edliyeyê pêşwazî kir. Dayik Emine Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar heta wextê fitariyê li ber edliyeyê çalakiya xwe domandin û bi azana muxrib re li ber edliyeyê fitara xwe kirin.
 
Ferît Şenyaşar ku li ber edliyeyê axivî bi bîr xist ku wan par jî li ber edliyeyê fitara xwe kiriye û wiha got: “Par hêviya me ew bû ku îsal edalet pêk bihata û me jî li mala xwe fitara xwe bikira. Lê tevî ku salek derbas bûye hê jî edalet pêk nehatiye. Dadgerê doza me ne dadgerên li vir in, ne jî Wezaretê Dadê ye, dozgerê doza me Erdogan e. Ji ber ku bi gotineke wî edalet edalet dikare pêk were.”
‘Sifra me ji her kesî re vekiriye’
 
Ferît da zanîn ku Wezaretê Dadê Bekîr Bozdag bi dayika wî Emîne Şenyaşarê ve hevdîtin kiriye, lê daxwazên wan qebûl nekiriyee. Ferît wiha dirêjî dayê: “Îro roja yekem a meha Remazanê ye. Niha jî mele azad dide. Çima dayikek li mala xwe bihêle û bê li ber edliyeyê fitara xwe bike. Hemû welat dizane ku em di têkoşîna xwe de mafdar in. Heta edalet pêk neyê em ê li ber edliyeyê bin. Em li bajarê pêxemberan in. Meha Remzanê, meha parvekirinê ye. Heta edalet pêk neyê em ê li ber edliyeyê fitara xwe bikin. Sifreya me ji hemû kesan re vekiriye, em hemû kesan vedixwînin ku di fitariyê de werin sifreya me.”