Kariane Westrheim: Mifta çareseriyê Ocalan e

  • 09:07 23 Adar 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Seroka Komîsyona Civakî ya Tirkiyeyê ya YE’yê Prof Karîane Westrheîm ku tevli Konferansa Kurd a Navneteweyî ya YE’yê bû , balkişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê de û got: “Tecrîda li ser Ocalan girêdayê gelek zextên li ser Kurdane. Yekane çareserî rakirina tecrîdê ye. Mifteya çareseriyê Ocalan e.”
 
Li paytexta Bruksel a Belçîkayê li Parlamentoya Ewropayê (AP) 17’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî di 8-9’ê Adarê de pêk hat. Ji aliyê Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya li Ewropa (EUTCC) ve bi hevkariya Koma Çep , Greens-European Free Alliance (GREENS/EFA), Komên Tifaqa Azad a Demokrat û Sosyalîstan û Enstîtuya Kurd a Brukselê ve konferans pêk hat. di encamama konferansê de bangên girîng hatin kirin. 
 
 Seroka Komîsyona Civakî ya Tirkiyeyê ya YE’yê Prof Karîane Westrheîm der barê konferansê de ji ajansa me re axivî.
‘Yek ji mijarên girîng rewşa Îmraliyê û tecrîd bû’
 
Karîane der barê pêkhatina konfernasê de axivî û diyar kir ku bi hevkariya gelek saziyan konfernas pêk hatiye got: “EUTCC, AP'de Andreas Schieder (S&D), Francois Alfonsi (keskan/EFA) bi Koma Dostaniya Kurdan ya ji Nîcolaj Vîllumsen ava dibe re di hevkariyek nêz de ye. Endamên vê komê der barê rewşa li Tirkiye û Sûriyeyê de çi difikirin girîng bû. Lê mijara balkêş û girîng Kurd ji siyasetmedar û saziyên YE’yê di bendewariyê de bûn. Yek ji mijarên herî girîng  ya hat nîqaşkirin rewşa li Îmraliyê û tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan bû.  Tundiya fîzîkî, psikolojik û tacîzên siyasî yên îro li ser Kurdan tên meşandin û her wiha gelek mijarên din girêdayê tecrîdê ne.”
 
Peyamên hevpar
 
Karîane balkişand ser peyamên di konferansê de hatîne dayîn û daxuyakirin ku piraniya  nêrînên ji kesên tevli konferansê bûne erênî bûne û di hinek runiştinan de jî hinekan xwestin mijar bi berfirehî bên nîqaşkirin û got: “Ev bi taybet di panela dawî ya ku jin û jiyan jiyan azadî, tevgera jinên Kurd û tevgera Kurd hat nîqaşkirinê de derket pêş. Ez tevli vê dibim.  Ji ber ku jinên Kurd şoreşê dijîn û zanista jinê Jînolojî pêşketina xwe didomîne. Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet şoreşa jinê, rola jinan a di siyasete de û nêrîna jinê ji aliye Îlham Ehmed ve hat analîzkirin. Îlham da zanîn ku divêcihê jinê di polîtîka derve de jî hebe.”
 
Karîana her wiha li ser mijarê hatine nîqaşkirin jî ev tişt bi lêv kir: “Her sal mijarên cuda hebin jî mijarên her sal tên destgirtin jî hene. EUTCC geşedanên li bajarên Kurdan tên jiyîn ji nêz ve dişopîne. Konferans her sal di dema 8’ê Adarê de pêk tê. Piranî tevliker û moderator jin bûn. Me ji Dr Şîrîn Ebadî vîdoyek girt. Jinên cîhanê silav kir. Behsa têkoşîna jinên Îranê kir. Behsa Masha Amînî kir.Lê wek me dipa bi taybet behsa jinên Kurd nekir. Balkêşe ku di qada navneteweyî de qet nayê gotin ku koka dirûşma ‘jin jiyan azadî’ bi rastî Kurde.”
 
Polîtîkayên tecrîdê giran dibin
 
Karîana axaftina xwe wiha domand: “Yek ji parêzerên Ocalan Mahmut Şakar der barê tecrîdê de agahî da. Piştî konferansê biryara hat dayîn de jî hat xwestin ku deriyên Îmraliyê bên vekirin ev gelek dîrokî û ferzek e ku pir dereng maye ye. Di konfernsê de hat xwestin ku CPT, Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa di mijara dijhiqûqiya li Îmraliyê bikevin tevgerê.”
 
Mijara bikaranîna çekên kîmyewî
 
Karîana balkişand ser vê mijarê jî û daxuyakirin ku mijar ji aliye biyologê Alman û endamê Lijneya Şêwirmendiya Zanistî ya Doktorên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina Şerên Nuklerê (IPPNW) Jan Van Aken ve hatiye nirxandin û behsa rapora nivîskariya hevpar a dîroka nêz kiriye û banga lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe û lezgîn kiriye.
 
‘Di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêşketin tune ye’ 
 
Karîana wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de tu pêşketina Tirkiyeyê tune ye. Di navbera salên 2013-2015’an de hevdîtinên aştiyê hatin kirin û kêm be jî hêviyek hebû. Piştre bi dawî bûn. Niha îro tu nîşaneyek der barê çareseriyê de tune ye. Berovajî vê Erdogan ji şerekî ku dîrokê de nehatiye dîtin re pêşengiyê dike. Yekane çareserî azadiya Abdullah Ocalane şikandina tecrîdê ye. Yek rolek biçûk ya Ocalan dikare tabloya siyasî ya Tirkiyê biguhere. Mifteya çareseriyê Ocalan e.”