Emîne Şenyaşar: Ez vê Ramazanê jî li ber Edliyê me

  • 14:30 22 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar a ku Ramazana borî li ber Edliyeya Rihayê fitara xwe vekiribû, got, "Ger ku vê salê jî edalet neyê bichianîn em ê dîsa li ber edliyê fitara xwe vekin." 
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 730’an de berdewam dike. 
 
Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê bi rê ke tin û hatin ber Edliyeya Rihayê. Malbatê li ber pankarta ku li ser “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” dinivîsî çalakiya xwe domand. Her wiha dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dowîzên ku li ser ‘Edalet’ dinivîsî jî hilgirtin. Li vir Ferît Şenyaşar axivî û bi bîr xist ku wan sala par rojiya xwe li ber edliyeyê girti bû lê dayik dixwazê ku îsal di nava neviyên xwe de li malê rojiya xwe bigire û anî ziman ku heke edalet pêk neyê wê îsal jî rojiya xwe li ber edliyeyê bigirin. 
 
'Em daxuyaniya fermî dixwazin'
 
Ferît, bal kişand ser Îbrahîm Yildizê ku ji ber kuştina Celal Şenyaşar û birîndarkirina Adil Şenyaşar 5 salan biryara girtina wî hebû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Biraziyê wekîlê ku biryara girtina wî heye dikare bizewice, zarokek çêbike, li nexweşxaneyeke taybet emeliyat bibe û dema li ber mirinê ye dewlet wî digire û piştî ku dimire teslîmî malbatê dike. Ev skandalek hiqûqî ye. Li vir ez bang li wezareta dadê û wezareta tenduristiyê dikim; Em der barê vê bûyerê de daxuyaniyeke fermî dixwazin. Bila rayedarek derkeve û bibêje ev gotin ne rast in. Berpirsiyarê komkujiyê wekîl û malbata wî ne. Biraziyê wekîl ku biryara girtina wî heye, dikare biçe nexweşxaneyê û di bin parastina wekîl de emeliyat bibe. Em di doza xwe de mafdar in, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin, heta edalet pêk neyê em ê li ber edliyeyê bin.”
 
‘Heta edalet pêk bê ez ê li vir bim’
 
Piştre dayik Emîne Şenyaşar axivî û diyar kir ku heta edalet pêk neyê ew ê li ber edliyeyê rûnin û wiha got: “3 sal in em li ber edliyeyê rûdinin. Kurê min 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Min par rojiya xwe hemû li vir girt, heke edalet pêk neyê ez ê îsal jî li vir rojiya xwe bigirim. Gunehê me di stûyê wan de ye. Wijdanê wan tune ye, ez neviyên xwe li malê dihêlim û li vir fitara xwe vedikim.”