KJAR'ê agirê Newrozê vêxist

  • 11:31 22 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR'ê agirê Neworza 2023’an, vêxist û bi tilîliyên xwe agirê vêxist geş kir.  
 
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) duh êvarê li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, agirê Newrozê geş kir. Bi wesîleya roja nû ango Newrozê, tevahî şehîdên şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bi bîr anîn. KJAR di çalakiya Newrozê de wêneyê Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan hilda. Piştî geşkirina agir, stran hate gotin, bi tilîlî, govendê û xwe avêtina di ser agir re pîrozbahî heta derengiya şevê dewam kir.
 
Di çalakiya Newrozê de hate destnîşankirin ku şopdarên azadiyê jin; wê her tim agirê Newrozê geş bikin. Her wiha biryardarî û israra di azadiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan de hate nîşandan.
 
Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Newroz pîroz be" bi dawî bû.