'Azadiya Serokatî Azadiya Gelê Kurd e'

  • 11:00 22 Adar 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Di Newroza îsal de gelek peyamên girîng hatin dayîn. Bêguman yek ji wan jî azadiya Abdullah Ocalan bû. Rixmî hemû êrîş û zextan jî gel bi tiliyên xwe yên li hemberê kamerayên polîsan nîşana serkeftinê kir û peyama berxwedanê da. Coşa gel zêde bû,  agirê Newrozê jî ev coşa gel zêde kir...
 
Qadên Newrozê di warê peyamdayinê de ji bo gelê Kurd girîng in. Her sal qadên Newrozê tijî dibin û bi zêdebûna girseyiya xwe meriv matmayî dihêlin. Newroza îsal jî di serdemekê dîrokî de hat pîrozkirin. Ji aliyekê şîna erdheja ku 6’ê Sibatê navenda wê Mereşê pêk hat û bandor 11 bajaran kir hebû û li aliyek jî hesabpirsîna ji hikûmetê ya derbarê sersariya wê li hemberî mexdûrên erdhejê hebû. Lê dîsa jî li qadên Newroza îsal jî peyama herî zêde derket pêş biryardariya di warê şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Îsal Newroz li 42 navendan bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hat pîrozkirin û li wan hemû navendan jî gel bi dirûşme û pankartên xwe azadiya Abdullah Ocalan xwest.
 
Newroza Qoser: Hêviyên gel xurtir kirin...
 
Wekî her salê bêrîya Newrozê bi gel re kelecaniyek mezin hebû û gel bêrîya rojan amadekariyên xwe kir. Pîrozbahiyên Newrozê berî bi rojan dest pê kirin. Ji wan navendên ku Newroz li wan hat pîrozkirin jî yek jê jî Newroza Qoserê bû ku bandoreke mezin li ser gel kir. Di saetên sibehê de baraneke zêde dibariya. Di wan saetan de welatî di bin baranê de li benda têketina qadê bûn. Polîsan li qadê du noqteyên lêgerînê bi cîh kiribûn. Qada Newrozê bi alên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Kesk a Çepê(YSP) û filamayên kesk, sor û zer hatibû xemilandin. Ewilî zarok, ciwan û dayik bi cil û bergên xwe yên kurdî herikîn qadê. Ji ber barana zêde û bayê alên qad bi wan hatibû xemilandin hatin xwarê û li ber bayê çûn. Lê dayik û zarokan di baranê de bi destê xwe ew al û flama carek din bi dikê ve daliqandin. Hêviya gel zêde bû. Tevî hewayê jî gel bi dirûşma “Bijî Serok Apo” herikî qadê. Piştî demeke kin qada Newrozê bi reng û dengê gel xemilî û tijî bû.
 
“Azadiya Serokatî Azadiya gelê Kurd e”
 
Newroza Qoserê ku bi tevlîbûna dehhezaran kesî pêk hat nîşaneya di her şert û mercan de biryardariya gelê Kurd bû. Gel bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Zindanan” berz dikir. Rihekê berxwedêr û têkoşer qad dorpêç kiribû. Piştre ji aliyê gel posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate vekirin û coşa gel zêde kir. Pankarta “Bi agirê Newrozê tecrîdê bişkênin, faşizme hilweşînin” biryardariya gelê ya ji bo şikandina tecrîdê nîşan da. Her wiha ciwanek li ser êlekê xwe wêneyê Abdullah Ocalan kiribû û di bin wêneyê de “Azadiya Serokatî, azadiya gelê Kurd e” nivisîbû. Ciwanan bi pankarta “Hernê pêş, dewr û dem ya me ye” sekna xwe di qada Newrozê de nîşan dan.
 
Ji bo vêxistina agir kincên xwe şewitandin
 
Wexta vêkistina agirê Newrozê bû lê baran hê jî berdewam dikir. Agirê Newrozê dihat vêxistin lê ji ber baranê gûr nedibû. Kesên ku li dora agir kom bibûn ji bo ku agir pêkeve û gûr bibe çakêt û kincên xwe avêtin ser. Gel bi hêvî û hewildana xwe agirê Newrozê gûr û geş kir. Piştî saetan baranê vekir. 
 
Ji bo Amedspor piştgirî
 
Di qadê de yek xalekê ku bal dikişand jî zêdebûna alên Amedsporê bû. Di 5’ê Adarê de li listîkvanên Amedsporê li Bûrsayê  êrîşa nîjadperest û faşist a alîgirên Bûrsasporê hatibû kirin. Alîgirên Bursaporê di trîbûnan de pankartên “Torosên spî” û wêneyên “kesên paramîlîter” ên di salên 90’î de navên wan di kuştinên “kiryarnediyar” de derbas dibin vekiribûn.  Li qada Newrozê jîgel  bi dirûşmeyên derbarê Amedspor û alên Amedsporê  piştgiriya xwe ya ji bo Amedsporê nîşan da û di heman demê de ji van êrîşên faşist re jî bersîv hate dayîn.
 
Newroza Nisêbînê: Bijî Serok Apo
 
Di 21’ê Adarê de fînala Newrozê hate kirin. Yek ji wan cihên ku fînal lê hate kirin jî Newroza Nisêbînê bû. Newroza Nisêbînê ji salên 1992’an wê de bi serhildan û berxwedana xwe rolekê girîng dilîze. Di saetên serê sibehê de polîsan kolan û qada Newrozê dorpêç kiribûn. Dibe ku ji ber Newroza Qoserê hewceyî zêdetir bi ewlehiyê dîtibûn. Di noqteyên lêgerînê de kabînên lêgerîna berfireh hatibûn bicihkirin. Di Newroza Nisêbînê de ewilî zarok herikîn qadê. Zarok çawa ji noqteyên lêgerînê derbas dibûn ber bi qadê ve baz didan. Kesên ku herikîn qadê bi coş û kelecaniyek mezin al û filama wergirtin û bi wan xwe xemilandin. Newroza Nisêbînê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” dest pê kir.
 
Zêdebûna ciwanan bal dikişand
 
Di demekê kin de qada Newrozê tijî bû. Li Nisêbînê jî gel ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe kir yek. Ji her aliyê qadê ve dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” dihatin berzkirin. Xuya bû ku gel ji bo bidawîkirina tecrîdê qadan Newrozê tijî kiribû. Ji 7’ê salî heta 70’ê Salî hemû kes li qadê bûn. Welatiyên ku di qadê hilnehatin û ji wan re teng hat li derve Newroza xwe pîroz kirin. Jinan bi bêndikên kesk, sor û zer û bi cil û bergên kurdî yên rengîn xwe xemilandibûn. Di qadê de zêdebûna ciwanan bal dikişand.
 
Dirûşmên “Erdogan îstîfa”
 
Wekî me got Newroza îsal di heman demê de ji bo hesabpirsîna ji desthîlatdariyê bû. Welatiyan gelek caran gotin “Erdogan îstîfa”, “Hikûmet istifa” û “Walî îstîfa” û berteka xwe nîşan dan. Gel ji bo hilbijartinê amade bû.
 
Newroza îsal bi rih û sekna xwe gelek peyamên girîng dan. Tê xuyakirin ku bandora Newroza îsal dê demeke dirêj berdewam bike. Bêguman yek ji wan peyaman jî azadiya Abdullah Ocalan bû. Rixmî hemû êrîş û zextan jî gel bi tiliyên xwe li hemberê kamerayên polîsan nîşana serkeftin kir û peyama berxwedanê da. Coşa gel di Newrozê de zêde bû, agirê Newrozê ew coş geştir kir...