ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN

  • 09:00 22 Adar 2023
  • Rojev
 
*Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, diyar kir ku 2 sal in ji Îmraliyê agahiyê nayê girtin û got: "Di warê navneteweyî de biryara NY ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê pêkanîn û Tirkiye helwesta xwe ya li ser dewamkirina vê tecrîdê didomîne.” BI DÎMEN 
 
*Rojnamegera şoreşger Nûjiyan Erhan ku ji aliye çeteyên ‘Pêşmergeyên roj’ yên PDK’î ve hat qetilkirin di serî de ji bo rojnamegerên jin yên Kurd û hemû xebatkarên çapemeniya azad dibe rêber.
 
*Di Newroza nîşaneya serhildan û serkeftinê ye de gelê Amedê bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” re agirê xwe yê serhildanê gur kir. Bi hezaran bi vê yekîtiyê û peyama xwe re çarenûsa encamên hilbijartinê jî eşkere kirin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku tevlî Newroza Amedê bûn, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û anîn ziman ku azadî bi Abdullah Ocalan pêkane. Jinan, ji bo bidawîkirina tecrîdê bang li hemû ciwan û gelan kirin û gotin: “Azadî bi Serok Apo pêkane.” DÎMEN HEYE