Kurd û Japonan Newroz pîroz kir

  • 20:38 21 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Tokyoyê paytexta Japonyayê û dostên wan ên Japon, Newroz bi hev re pîroz kir.
 
Li Parka Akîgaseyê ku nêzî Tokyoyê ye, Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Kurd û dostên wan ên Japon tevli pîrozbahiyê bûn, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar peyamek şand. Hevserokê PYD’ê Salih Mislim jî bi rêya internetê beşdar bû.
3 salên dawîn, ji ber nexweşiya Covîd 19’ê Newroz nedihat pîrozkirin. Ji çar aliyên Kurdistanê kes tev li pîrozbahiyê bûn. Banga piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê  hat kirin.
 
Koma Dengê Jinên Japonyayê ku ji hunermendên Japon û Kurd pêk dihatjî, tevli pîrozbahiyê bû.