Girtiyê jiyana xwe ji dest da hat definkirin

  • 20:15 21 Adar 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiyê siyasî Abdullah Oran ku li Girtîgeha Sincan a Enqreyê jiyana xwe ji dest da, li Midyadê hat veşartin. 
 
Girtiyê siyasî Abdullah Oran (63) ê di Girtîgeha Sincan a Enqereyê de, di 19'ê Adarê de ji ber ku krîzê li dilê wî xistibû jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Abdullah Oran ku du sal bûn girtî bû, ji aliyê îdareya girtîgehê ve ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re hatibû şandin. Malbat ku ji bo cenazeye bigrin çûn Enqreyê û cenaze anîn Mîdyadê.
 
 Cenazeyê  Abdullah Oran li goristana gundê Selhê yê Midyadê hat veşartin.  Li gund ji bo Abdullah Oran şîn hat danîn.