‘Dewleta ji cil û bergan ditirse’

  • 18:40 21 Adar 2023
  • Rojane
 
AMED - Di Newroza Amedê ya ku sedhezaran kes tevlî bû de polîsan bi hinceta ‘cilên rêxistinî’ ne kesên ku şal û şepik li xwe kiribûn nekir qadê. Jinan, anî ziman ku ev heqeretek li dijî wan û çanda wan e û got: “Dewleta ku ji cilên me ditirse, dê çawa me biparêze?” 
 
Ji ber erdhêja ku li Mereşê pêk hat pîrozbahiyên Newrozên ku 42 bajaran û fînala wê ku Amedê bû diyariyê kesên ku jiyana xwe ji dest dan, hat kirin. Newroza ku îro li Amedê pêk hat saetên sibehê de bi sedan kes têketinên qadê hatin sekinandin. Her wiha kesêna ku şal û şepik li xwe kiribûn jî polîsan destûrê neda ku bikevin qadê. 
 
Şal û şepik wek ‘cilên rêxistinî’ hatin dîtin
 
Bi sedan kesên ku şal û şepik li xwe kiribûn bendê bûn ku bikevin qadê. Lê polis şal û şepik bi hinceta ‘cilê rêxistinî ’ nîşan da û xwestin welatiyan ji qadê dûr bixin. Welatiyên ku nexwestin ji qadê dûr bikevin polîs bi binçavkirinê tehdît kir. Her wiha zaroka 5 salî ku şal û şepik li xwe kiribûn wê jî negirtin qadê û malbata zarokê cil û bergên wê gûherandin û wisa ketin qadê.
 
‘Dewlet ji cilên me ditirse’
 
Yek ji kesên şal û şepik li xwe kiribû Yazgul Mercan bû. Yazgulê anî ziman ku gelek acebê ku ji ber cilên li xwe kiriye û got: “Ev cil û bergên me yên herêmî ne. Ji kal û pîrên me ji me re mane. Ji bo cilên re wek ‘rêxistinî’ hincet tê nîşandan. Dewleta ku ji cilên me ditirse, ez gelek mereq dikim ku çawa me biparêze. Ger ku me nakin Qada Newrozê bila nekin, em ê jî biçin li taxa xwe agirê Newrozê pêxin û pîroz bikim.  Ez ê cilên xwe dernexim. Me bi binçavkirinê ditirsînin, lê ew çi dikin bila bikin. Zextên li ser Amedê hemû kes baş dizane. Em li vir kurdî diaxivin wek ‘terorîst’ tên îlankirin. Ev hemû ji van pêk tê. Ez li derveyê qadê me jî gefan li dijî min dikin.”
 
‘Ev heqarete li me tê kirin’
 
Sera Aydemîr jî ku ji ber şal û şepik nekarî bikeve qadê got, cilên herêmî yên Kurdî wek ‘cilên rêxistînî’ hatine nişandan û ji ber vê yekê nekirine qadê. Sera, wiha pê de çû: “Me bi binçavkirinê ditirsînin. Ew nikarin tu tiştî bikin. Em ê biçin li taxa xwe agirê Newrozê pêxin. Ger ku me nekin qadê em ê biçin taxa xwe pîroz bikin. Ev cil bi taybetî li her derê tên dirûnê. Ger ku ‘cilên rêxistinî’ ne bila wê demê destûrê nedin tu cihê bê dirûnê. Heqaretê li me û cilên me yên herêmî dikin. Em vê tu carî qebûl nakin.”
 
 Polîs dest danî ser laçika kesk, sor û zer
 
Her wiha li cihê lêgerînê ya têketina qadê de polîsan, laçika dayîkek a kesk, sor û zer ku serê wê bû dest danî ser. Dayîkê got: “Min beriya çend salan vê ji Amarayê girt. Ji bo min bîranînek vê heye” û bertek nîşan da.