Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da

  • 16:42 21 Adar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Hate diyarkirin ku girtiyê siyasî Abdûllah Oran ê li Girtîgeha Sîncan a Enqereyê dihate ragirtin, ji ber krîza dil derbas kiriye jiyana xwe ji dest daye. 
 
Abdûllah Oran (63) ê 2 sal in li Girtîgeha Sîncan a Enqereyê dihat ragirtin, ji ber krîza dil a di 19’ê adarê de derbas kir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Abdullah Oran di heman rojê de rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK). Hate diyarkirin ku sedemê mirina Abdullah krîza dil bûye.   
 
Piştî ku Abdullah Oran jiyana xwe ji dest da, malbata wî ya li Mêrdînê hatin Enqereyê. Ferdên Malbatê cenazeyê Abdullah  ji vir birin navçeya Qoser a Mêrdînê. Cenazeyê Abdullah wê li vir bê veşartin.