Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me dê edaletê bîne

  • 15:01 21 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar ku îro mevanên taybet ên Newroza Amedê bûn, tekildarî Nobeta Edlaeê ev peyam da: “Xeyala me ew e ku hem li Tirkiye û hem jî li hemû cîhanê mirov di nava wekhevî û azadiyê de bijîn. Dê têkoşîna me aramî û edaletê bîne.”
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 729’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar îro mêvanên taybet ên Newroza Amedê bûn. Ferît Şenyaşar îro tev li Newrozê bû û Emîne Şenyaşar jî Nobeta Edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 
 
Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Xeyala me ew e ku Tirkiye û hemû cîhan di nava  wekhevî û azadiyê de bijî. Bijî têkoşîna me ya mafdar. Em di wê baweriyê de ne ku dê têkoşîna me bi xwe re edalet û aramiyê bîne vî welatî. Em ê tu carî vê hêviya xwe qut nekin.” ê tu carî baweriya xwe ya edaletê tune nekin. Têkoşîna me dê aramî û edaletê bîne vî welatî.”