Newroz li bajarê Karlstad hat pîrozkirin

  • 14:26 21 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza 2023’yan li bajarê Karlstad a Swêd bi tevlîbûna sedan kes hate pîrozkirin.
 
Li bajarê Karlstadê ya Swêd Newroz bi beşdariya bi sedan kes hate pîrozkirin. Li ser navê Partiya Çep Parlementer Hakan Sveneling axaftin kir. Hakan Cejna Newrozê li tevahî gelan pîroz kir û diyar kir ku ew weke partî û kes piştgirî didin HDP’ê û girtiyên zindanan.
 
Şahiya Newrozê bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.