'Em ê bi ruhê Newrozê Efrînê rizgar bikin'

  • 13:45 21 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz li Şehbayê bi beşdariya bi deh hezaran kesî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku wê bi ruhê Newrozê Efrînê rizgar bikin û li warê xwe vegerin.
 
Xelkên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" herikîn qada Newrozê. Newroz li gundê Elewşê yê navçeha Ehdasê ya Şehbayê hate pîrozkirin.
 
Qad û dika pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rengên Kurdî hatin xemilandin. Pîrozbahiyê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" dest pê kir.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bibîranîna cangoriyan, agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vêxistin.
 
Girseya gel dûre li nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê guhdarî kir.
 
Di pîrozbahiyê de bi navê Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) axaftin hate kirin û hate destnîşankirin ku wê bi ruhê Newroza 2023'yan xelkê Efrînê vegerînin ser cih û warê xwe û Efrînê rizgar bikin.
 
Bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî Asya Abdullah axivî û Newroz li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.
 
Asya Abdullah got, "Bûyera ku li Cindirêsê ya dagirkirî doh qewimî, nîşan dide ku dixwazin agirê me yê Newrozê vemirînin. Lê belê serhildana gel a li wê derê diyar kir ku ti hêz an jî alî nikare vîna gelê Kurd têk bibe."