Di Newroza Kobanê de banga berxwedanê hat kirin

  • 12:52 21 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Newroza li Kobanê bi coş û kelecan hat pêşwazîkirin de banga berxwedanê hat kirin û hat gotin:"Divê em berxwedanê berdewam bikin heta ku em azadiya gelê xwe mîsoger bikin û dagirkeran têk bibin."
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li ser girê Miştenûr ê Kobanê dewam dike. Piştî pêxistina meşaleya Newrozê û deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî. Mihemed Şahîn cejna Newrozê li pêkhateyên herêma Firatê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelê Kurd û têkoşerên azadiyê pîroz kir. Her wiha piştgiriya xwe bi serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê anî ziman.
 
Mihemed Şahîn got: "Beriya hezarên salan gelên Rojhilata Navîn bûn yek û bi pêşengiya Kawayê Hesinkar  împratoriya herî zalim têk bir. Di hewldanên me yên pêkanîna azadî û şikandina qeydên koletiyê de Kawayê Hesinkar pêşeng e."
 
Mihemed di dewama axaftina xwe de got: "Bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk dê Newroz ji tevahî mirovahiyê û gelên cîhanê re bikin çandek.”
 
Di pîrozbahiyê de hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed jî axivî. Rûken Ehmed got: “Newoza Azadî, aştî, xwişk û biratiya gelan li Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê yên ku derban li dewleta Tirk a dagirker dixin û şervanên azadiyê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê DAIŞ'ê dikin, pîroz be. Gelê me wê teslîm nebe. Berxwedan berdewam e. Çawa Mazlûm Dogan û hevalên wê li dijî Dehakê wê demê li ber xwe dan, ev berxwedan hîna berdewam e."
 
Rûken Ehmed her wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna azadiyê ya ji gelê xwe re teslîm nebû. Ji 24 salan ve di girtîgehê de û girtîgeha Îmraliyê ji bo mirovahiyê kir dibistanek. Di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de xwestin civaka azad tune bikin, lê Rêbertî biryara domandina meşa azadiyê da û Îmralî kir dibistanek. Berxwedana li ser xeta Rêbertiyê dewam dike."
 
Hevseroka TEV-DEM'ê di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkoşînê kir û got: "Em ê Newroza berxwedanê veguherînin Newroza yekitî, bidawîkirina zilm û komkujiyan. Divê em berxwedanê berdewam bikin heta ku em azadiya gelê xwe mîsoger bikin û dagirkeran têk bibin."
 
Dayika şehîd Andok, Ute Gedig kêfxweşiya xwe anî ziman ji ber hatiye Rojava û got şehîd Andok îsbat kir ku şoreşa Rojava û ramanên Rêber Abdullah Ocalan dozeke mirovî ne.
 
Andok şervaneke enternasyonalîst a ji Almanyayê ye. Andok şervanekî QSD'ê bû, di êrişên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê yên sala 2019'an de bû cangoriyê azadiyê.
 
Pîrozbahî bi çalakiyên hunerî yên komên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dewam dike.