Li Helsînkî Newroz hat pîrozkirin

  • 12:45 21 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Fînlandayê ya bi navê Helsînkî bi kelecan û coşek mezin Newroz hat pîrozkirin.
 
Li Paytexta Fînlandayê ya bi navê Helsînkî gel bi coşek mezin Newroza îsal pîroz kirin. Şahiya Newrozê ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate organîzekirin, bi beşdariya hunermend Sîmar, Şeyda Ghawamî û Dilo Dogan pêk hat. Di şahiya Newrozê ya şev pêk hatî de, peyamên rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd hatin xwendin. Endamên Partî û rêxistinên Çep ên Fînlandayê tevlî şahiyê bûn û têkoşerên azadiyê yên gelê Kurd silav kirin û Newroz li tevahî gelê Kurdistanê pîroz kirin.
 
Şeva Newrozê bi coşek mezin û serkeftî heya derengê şevê dom kir.