Li Golanê peyama Newrozê 'Jin jiyan azadî'

  • 11:26 21 Adar 2023
  • Rojane
ERDEXAN - Li Golana Erdexanê Newroz bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" hat pîrozkirin û dirûşma "Jin jiyan azadî" bilin bû. 
 
Li navçeya Golan a Erdexanê gel bi dirûşma "Herder Newroz her dema azadî" ji bo pîrozbahiya Newrozê kom bûn. Pîrozbahî li ber avahiya navçeyê ya HDP'ê hat kirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û yê Wanê Murat Sarisaç axivî. 
 
Piştî pêxistina agir parlamenter Murat Sarisaç axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û got: "Newroz ji bo kurdan ne tenê hatina biharê ye ji bo kurdan roja berxwedan û azadiyê ye. Newroza îsal ji bo me Newroza hesabpirsînê ye." Murat di axaftina xwe de behsa tecrîdê kir û da zanîn ku tecrîd ne tenê li hemberî Abdullah Ocalan li hemberî hemû kesan tê meşandin.
 
Di pîrozbahiyê de piştî Murat Sarisaç parlamenter Zuleyla Gulum axivî û û got: "Cenazeyên me di nava kotiyan de şandin, zimanê me qedexekirin, me tune hesibandin. Bila kes li benda serî netewandina me nesekine. Em tu carî polîtîkayên şer qebûl nakin. Di serî de Gelê Kurd û hemû gel dê li hemberî bindestî û zordestiyê li ber xwe bidin. Dem dema aştiyê û serkeftinê ye. Dê jin wekheviyê bîne vî welatî. Em ê di hilbijartinê de hesabê bipirsin. Em ê hesabê ji kujeran bipirsin. Li her deverê  cîhanê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bilind bû, bi saya jinên kurd û Gelê Kurd ev têkoşîn belav bû. Baweriya me ji vê hêzê tê."
 
Piştî gotina stranan pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.