Bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin

  • 11:11 21 Adar 2023
  • Rojane
AGIRÎ - Gelek kes ji saetên serê sibehê ve li pêşiya avahiya HDP’a Bazîdê kom bûn û ber bi qada Newrozê ve meşeke bi meşaleyî li dar xistin. 
 
Yek ji navendên ku Newroz bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” lê tê pîrozkirin jî navçeya Bazîd a Agiriyê ye. Agirê Newrozê dê li Garaja Şaredariyê bê hilkirin û xelkê navçeyê hêdî hêdî diherike qada Newrozê. Gelek kesên li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin ba hev, ber bi qada Newrozê ve meşa meşaleyî li dar xist.