Ji Kadîfekaleyê peyama Newrozê: Li dijî mêtingeriyê azadiya gelan

  • 09:02 21 Adar 2023
  • Rojane
 
Melike Aydin 
 
ÎZMÎR - Jinên ku bal kişandin ser girîngiya Newrozê ya ji bo Gelê Kurd da zanîn bila girtî hemû bigihêjin azadiya xwe û li dijî mêtingeriyê azadiya gelan parastin.  
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad ( TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kesk a Çep bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" û "Bi agirê Newrozê ber azadiyê ve" li Qada Gundogduyê ya Îzmîrê bi tevlîbûna bi hezaran kesan Newroz pêşwazî kirin. Dema em li Îzmîrê bibêjin Newroz Kadîfelkala û Çimetepe tê bîra me. Jinên ku bal kişandin ser girîngiya Newrozê ya ji bo Gelê Kurd da zanîn bila girtî hemû bigihêjin azadiya xwe û li dijî mêtingeriyê azadiya gelan parastin.  
 
'Ez bêriya Newrozê li Mêrdînê dikim'
 
Şukriye Ak a ku 35 sal berê ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kir wiha got:"Berê pir xweş bû niha ji ber êşa canê xwe nikarim herim lê belê ez bêriya Newrozê li Mêrdînê dikim. Nisêbîn, Mêrdîn, Mîdyad. Ez ji Nisêbînê me. Bila herkes biçe Newrozê. Em daxwaz dikin ku ev Newroz aştî û azadiyê ji bo gelê kurd bîne."
 
'Newroz cihê ku kurd lê nîşan dide ye'
 
Muşerref Nohut bi lêv kir ku ji ber ew kurd e serbilind e û wiha got:"Ez dixwazim li her derê kurdî bê axaftin. Ez pir zêde bi kurdî nizanim lê xwezî min bizanibûya. Divê kurd li her derê xwe nîşan bide. Ji bo gelê kurd kurdên diçin Newrozê wekî 'terorist' xuya dikin. Loma jî bertekê nîşan didin. Lê belê ne wiha ye. Newroz cihê ku kurd lê nîşan dide ye."
 
'Kurd tune tên hesibandin'
 
Ayten Akyuz da zanîn ew wekî kolan tevlî Newrozê dibin û got:"Kurd tune tên hesibandin. Ez li dijî vê yekê me. Ez dixwazim her kes wek hev bin. Hîn nahêlin kesek bi azadî siyaseta xwe bike. Îro ez bêjim kurd im wê çi bibe? Helwesta li hemberî me exlaqî ye."
 
'Em doza xwe didomînin'
 
Hanife Tanboga bi lêv kir ku Newroz ji bo hebûna kurdan girîng e û got:"Em kurd in em doza xwe didomînin. Em cilên xwe amade dikin em her sal teqez diherin. Kes nikare dest me bide. Kurd hene kur wêrek in."
 
'Gelê Kurd di bin mêtingeriyê de ye'
 
Sadiye Akalan da zanîn gelê Kurd di bin mêtingeriyê de ye û wiha got:"Ev 25 sal in ez li Îzmîrê me. Lê ez her sal diçin Newrozê. Salên berê zehmet bû lê hîn xweş bû. Di nava her şerd û mercî de zext hebaya jî em çûn Newrozê. Ji ber em kurd in her derên em diherên li wir zext li me tê kirin. Em ê her tim mafê xwe, zimanê xwe û daxwaza xwe ya azadiyê bînin ziman."
 
'Em dixwazin girtî bigihêjin azadiya xwe'
 
Eytan Gulmez da zanîn Newroz ji bo kurdan girîng e û wiha got:"Her çiqas em xemgîniya erdhejê dijîn jî em Newroza hemû kurdê li Kurdistanê pîroz dikin. Wê îsal gelek qelebax be. Ez difikirim ku em ê di hilbijartinan de jî bi ser bikevin. Em wekî kurd yekîtiyê dixwazin. Em ji ber erdhejê sersaxiyê û ji bo kesên sax mane jî şifayê dixwazin. Her wiha ez dixwazim îsal deriyê girtîgehan vebe. Em dixwazin girtî bigihêjin azadiya xwe."