Agirê Newrozê li Ermenîstanê hat geşkirin

  • 08:16 21 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmên Oktemberiya û Elegezê yên Ermenistanê Newroz hate pîrozkirin. Gel li dora agirê Newrozê govend gerand û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" bilind kir.
 
Li herêma Elegezê li gundê Dêrîkê û li herêma Oktemberya li gundê Araksê bi vêxistina agir Newroz hate pîrozkirin.
 
Gel li dora agirê Newrozê govend gerand û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" bilind kir.
 
Newroz li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşerên azadiyê hate pîrozkirin.