Ji Gogsiyê bang kirin: Deriyê Îmrliyê vekin

  • 14:11 20 Adar 2023
  • Rojane
 
 
ERZIROM – Di Newroza Gogsiyê ya ku bi hezaran kes tevlî bû de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadî hat xwestin û welatiyan gotin deriyê Îmraliyê vekin. 
 
Li Navçeya Gogsî ya Erziromê agirê Newrozê li qada ber avahiya HDP'ê hat vêxistin. Derbasbûna gel a qada ku bi alên HDP û Partiya Çep a Kesk hatibû xemilandin dest pê kir. Li ketina qada Newrozê noqteyeke lêgerînê hatiye danîn.  Eleqeyeke mezin a jin û ciwanan ji bo pîrozbahiyê heye. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di erhejê de jiyana xwe ji dest dan bernameyê dest pê kir. 
 
Xwestin hukumet îstifa bike
 
Kesên tevlî Newrozê bûn dirûşma "Hukumet îstifa" berz kirin. 
 
Hevserokê DBP'ê Ramazan Karakaş bal kişand ser wekheviyê û got Newroz qêrîna aştiyê ye. 
 
Endama Meclîsa HDP'ê Gulderen Varli, bal kişand ser bêtedbiriya îktidarê ya di erdhejê de. Wê demê dirûşma "Hukumet îstifa" hat berzkirin. 
 
'Deriyê Îmraliyê vekin'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan dema axivî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz bû. Omer got kurd ne 'terorist' e û got îradeya kurdan qebûl nakin. Omer got bila deriyên Îmraliyê vebin. 
 
Dayikan agir pêxistin
 
Dayikên Aştiyê yên tevlî Newrozê bûn bi nîşaneya serfiraziyê agirê Newrozê vêxistin. 
 
Piştî axaftinan dengbêj û Kadir Çat derketin ser dikê.