Li Nisêbînê banga tevlibûna Newrozê hat kirin

  • 13:48 20 Adar 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Komîteya Amadekar a Nisêbîne ku kar û xebatên xwe yên ji bo Pîrozbahiya Newrozê didomîne, şêniyên Nisêbînê vexwendin pîrozbahiya Newrozê ku wê li Parka Cîgerxwîn bê kirin.
 
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Nisêbînê ku xebatên xwe yên ji bo pîrozbahiya Newrozê didomîne, di çarçoveya xebatên xwe de serdana Gorîstana Pira Şehîdan a ku kesên di Newroza 1992’an de jiyana xwe jidest dane kir. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Mêrdînê Gulseren Yildirim, Hevsrokên rêxistina HDP’ê yê navçeya Nisêbînê, Partiya Keskan a Çep (YSP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî bernameyê bûn. 
 
Girseyê ji ser pire qûrnefîl avêtin avê û kesên di Newrozê de jiyana xwe jidest dane bi bîr anîn. Piştre girse ji Pira Şehîdan heta kolana Dortyolê meşiya û bi dirûşmên “Newroz Pîroz Be”, “Bijî Newroz”, “ Her der Newroz e” gel vexwendin Newroza Nisêbînê ku dê sibe li parka Cigerxwînê bê pîrozkirin.