Li Depê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 13:02 20 Adar 2023
  • Rojane
 
XARPÊT - Li navçeya Dep ya Xerpêtiyê agirê Newrozê bi girseyî hate pêxistin. Di pîrozbahiyê de parlementerê HDP’ê Nejdet Îpekyuz axivî û got: “Kawayan li hember dahaqan, Mazlûman li hember zilimkaran serî rakir û bi ser ketin. Îro roj roja me ye. Em ê bi ser bikevin.”
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk ve li navenda navçeya Depê ya Xarpêtê bi dirûşmên “Her der Newroz, her Dem Azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” Newroz hate pîrozkirin.  Komeleya Elêwiyan ya Depê, rêxistina bajêr û navçeyê ya Partiya Çep a Kesk, HDP, DBP’yê, parlementerê HDP’ê yê Êlihê Nejdet Îpek Yuz beşdarî pîrozbahiyê bûn.
 
Li qada Newrozê alên partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  û alên li ser “Newroz Pîroz Be” hatin rakirin. Dirûşmên  “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz Be” hatin berzkirin. Bername li ser giyanê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê re dest pê kir.
 
‘Em ê hertim li ba gelê xwe bin’
 
Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Asya Kalçak axivî. Asya bal kişand ser erdheja li 10 bajaran bi bandor bûye û wiha got: “Ev erdhej birînek mezin li me vekir. Mixabin bi hezaran canên me mirin û bi hezaran kes birîndar bûn. Em vê Newrozê jî diyarî giyanê wan dikin. Ji roja erdhejê ve me xwe bi rêxistin kir û me hewl da em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re bipêçin. Dş wan deman de ez bi xwe çûm Semsûrê. Dema em çûn dewlet li wir tune bû. Bêçaretiyek mezin hebû li qadê. Gel bi tenê hatibû hiştin. Em li wir bûn û em ê her tim hewl bidin bi gelê xwe re bin.”
 
‘Em ê hesab bipirsin’
 
Asya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina wê li pêşiya me pêk were û pê de çû: “Werin em bi hev re di hilbijartinan de hesab bipirsin. Yan wê ev hilbijartin bibe dawiya wan an wê bibe dawiya wan. Weke din çare tune ye. Hikumeta AKP’ê got edalet, edalet tune bû, gotin heq û hiqûq, bê heq û hiqûqiyên kirine neman, gotin aborî, qeyrana aborî di holê de ye. Got me rê çêkirin rê di bin lêhiyê de ma. Wan destê xwe avêt çi hilweşandin. Divê em di 14’ê Gulanê de hesabê van bipirsin. Em ê bipirsin û bi hev re rêveberiyek demokratîk ava bikin. Li aliyekî jî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê îro li hemû civakê belav bûye. Tecrîd bûye şêweyê rêveberiyê. Hîna bi Torosan, Yeşîlan qetlîaman, binpêkirinên mafan û zilmê dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin Newroz roja serhildan û serkeftinê ye.” Asya herî dawî di kesayeta Jîna Amînî de Newroza jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” re pîroz kir.
 
‘Wan ji bo peran her tişt firotin’
 
Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Nejdet Îpekyuz di serî de got em li ser navê partiyê Newroza gelê xwe yê Depê pîroz dikin û berdewam kir: “Tê zanîn erdhejek mezin rûda. Bîlançoya wê mezin bû. Sedema vê jî îqtidara AKP’ê û rêveberiya wê bû. Me bi hev re alîkariya hev kir. Ew nebûn em hebûn. Newroz şahî ye. Lê hertim ne tenê şahî serhildan e. Îsal jî em Newrozek mizgîniya serkeftinê bide me dijîn. Çawa ku Kawa li hember Dehakan, Mazlûm li hember zilimkaran agirê serhildanê hil kirin em îro jî li hemberî Dehakan serhildana xwe bigihînin serkeftinê. Em ê li hemberî yên van îhmalkariyan kirine, yên ku ruxmê ewqas qeyrana mezin polîtîkayên xwe yên şer û talankirinê dane meşandin em ê bi ser bikevin. Em ê wan bişînin. Wê yekitiya me û piştevaniya me bijî. Wan ji bo peran her tişt firot û ji bo pere hertişt kirin. Mînaka wê ya herî dawî jî erdhej û lêhiya li Rihayê daye bû.”
 
‘Em ê bi hev re li berxwe bidin’
 
Nejdet da zanîn ew ê bi hev re têbikoşin û wiha got:"Newroz têkoşîn û serhildanek mezin e. Newroza Amedê ku lê nameya birêz Abdullah Ocalan hate xwendin tê bîra we. Çawa ku ew pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û tecrîd bû şêweyê rêveberiyê şûnde qeyran zêde bûn. Her ku diçe Tirkiye ber bi binî ve dikeve. Li pêşiya me jî hilbijartin heye. Em ê di vê hilbijartinê de wan bişînin. Digotin HDP qediyaye, HDP gel e ne kesek e. Gelê me partiya xwe û xwe jî baş nas dikin. Xezîneya me û hebûna me ya herî mezin gelê me bixwe ye. Em ê li hemberî zilmkaran bi hev re li berxwe bidin.” Nejdat herî dawî ji girtiyên siyasî  Leyla Guven, Ayla Akat Ata, Selçûk Mizrakli, Îdrîs Balûken re slav şand û Newroza wan pîroz kir."
 
Di dawiya axaftvanan de agirê Newrozê hate pêxistin. Pîrozbahî bi stranên  hunermend Ehmed Jiyara re bi dawî bû.