Xelkê Milazgirtê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû

  • 12:03 20 Adar 2023
  • Rojane
MÛŞ - Xelkê Milazgirê ji 7 salî heta 70’ê salî berê xwe dide qada Newrozê. Girse bênavber ji bo girtiyên siyasî dirûşman berz dikin û “Berxwedana zindanan” silav dikin. 
 
Welatiyên navçeya Milazgir a Mûşê ji bo pîrozbahiyê li qada Newrozê kom dibe. Qada Newrozê bi alayên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk hatiye xemilandin û welatî ji noqteyekê dikevin qadê. 
 
Ji 7 salî heta 70’ê saliyê her kesî li qada Newrozê cihê xwe girt. Girse bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Şehîd namirin” û “Bijî Newroz” berz dikin. Bernameya pîrozbahiyê dê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê bike. Her wiha parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkun û Îmam Taşçier dê di pîrozbahiyê de biaxivin.