Li Colemêrgê bi hezaran kes diherikin qadên Newrozê

  • 11:41 20 Adar 2023
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi hezaran kes diherikin qadên Newrozê. Niha bi coş û kelecaneke mezin ber bi qûntarê Çiyayê Simbilê ve diherikin. 
 
Wê li 6 herêmên Serhedê agirê Newrozê bê vêxistin. Bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" bi hezaran kes ber bi qûntarê Çiyayê Simbilê ve diherikin. Pankartên "Çareserî bi me re ye ji şer û mêtingeriyê re na","Em ê bi hev re biguherin","Dem dema jin, jiyan, azadiyê ye" hatin daliqandin. 
 
Bi cilên kurdî diherikin qadan
 
Bi hezaran kes bi cilên xwe yên kurdî di saetên serê sibehê de herikîn qadan. Gelek kes bi flamayên bi rengê kesk sor û zer dikevin qada Newrozê. 
 
Wê bername bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê destp pê bike. Wê Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û ji parlamenterên HDP'ê yê Colemêrgê Sait Dede axaftinê bikin. Wê piştî axaftinan Koma Sorjiyan derkeve ser dikê.