Şêniyên Gogsiyê ber bi qada Newrozê ve dimeşin

  • 11:14 20 Adar 2023
  • Rojane
ERZIROM - Li Gogsiyê bi hezaran kes ji bo ku agirê Newrozê vêxin li avahiya HDP'ê ya Navçeyê hatin gel hev.
 
Li Navçeya Gogsî ya Erziromê wê agirê Newrozê qada ber avahiya HDP'ê bê vêxistin. Derbasbûna gel a qada ku bi alên HDP û Partiya Çep a Kesk hatibû xemilandin dest pê kir.Li ketina qada Newrozê noqteyeke lêgerînê hatiye danîn.  Eleqeyeke mezin a jin û ciwanan ji bo pîrozbahiyê heye. 
 
Bernameya pîrozbahiyê dê bi axaftinên hevserokên rêxistinêna HDP’ê ya bajar û navçeyan dest pê bike. Piştre jî dê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan biaxive. Hunermend Kadîr Çat û dengbêjên herêmê dê derkevin ser dikê. Tê payîn ku agirê Newrozê ji hêla bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan vê bê vêxistin ku di salên 2015-2016’an de li Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî 7 sal piştre di tûrikekî de hatibû radestkirin.