'Newroz roja berxwedan û têkoşînê ye'

  • 10:00 20 Adar 2023
  • Rojane
Newal Botan 
 
QAMIŞLO - Jinên navçeya Tirbesiyê ya Kantona Qamişloyê cejina Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kirin û gotin: “Roja Newrozê ji bo me roja berxwedan û têkoşînê ye.”
 
Bi rojane gelê kurd da ku cejina Newrozê pîroz bikin amadekariyên mezin dikin ku bi kelecanek mezin li bendê ne ku di vê rojê de ruhê berxwedan û têkoşînê cardin bilind bikin. Jinên navçeya Tirbesiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê jî bi kelecanek mezin li benda roja Newrozê ne ku cardin ruhê Kawayê Hesinkar li hember Dehakên zilimkar zindî bikin ku ew jî weke gelê kurd xwedî hebûn û îrade ne. Girêdayî roja Newrozê Jinên navçeya Tirbesiyê ya Kantona Qamişloyê cejna gelê kurd pîroz kirin û nêrîna xwe parve kirin. 
 
‘Newroz nîşaneya berxwedanê ye’ 
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tirbespîyê Hediyê Şemo cejna Newrozê pîroz kir û wiha got: “Di serî de ez Newroza 2023’yan li Rêber Apo û tevahî gelê kurd pîroz dikim. Meha adarê mehek tijî êş û kêfxweşî ye. Me jî weke gelê Tirbesipiyê pêşwaziya Newrozê kir ku hemû navçe xemiland. Newroza îsal ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hate pênasekirin ku em ê ji bo azadiya Rêber Apo her di nava çalakiyan de bin. Bi kelecana Newrozê re em ê agirê Newrozê geş bikin. Her wiha di vê mehê de êşa me jî heye ku yek ji wan serhildana 12’ê Adarê ye. Di serhildana 12’ê Adarê de kurd rabû ser piyan û li dijî Rejîma Baas'ê serî hilda. Di heman demê de komkujiya 16’ê Adarê ya Helebce hebû ku bi hezaran welatiyên kurd di encama kîmyebarana Saddam Hisên de jiyana xwe ji dest dan. Li kêleka van êşan de kêfxweşiya mîna Newrozê heye ku ji bo me roja berxwedan û têkoşînê ye. Hêviya me di vê salê de ew e ku em herêmên xwe yên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, rizgar bikin. Em ê di 19’ê Adarê de navçeya xwe bixemlînin û roja 21’ê Adarê Newroza xwe pîroz bikin û em hemû gelê xwe vedixwînin Newrozê da ku em roja xwe bi kêfxweşî derbas bikin.”
 
‘Newroz cejna gelan e’
 
Ji Rêveberiya navçeya Tirbespiyê Nalîn Temo roja Newrozê li tevahî gelê azadîxwaz pîroz kir û got: “Em Newrozê di serî de li Rêber Apo û şervanên azadiyê ku îro axa me diparêzin, pîroz dikin. Ji bo amadekariya Newrozê giştî sazî û dezgehên me di nav kar û xebatê de ne ku em roja xwe xweş û bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Saziyên mîna qada Civakî, Rêxistina Kongreya Star, Çand û Huner tevlî amadekariyên Newrozê bûn. Meha adarê mehek bi êş û xweş e ku em di vê mehê de car din asta têkoşînê bilind dikin û wê ji bo me bibe destpêka berxwedana dîrokî. Em car din vê rojê li tevahî gelê xwe pîroz dikin û dibêjin werin em bi hev re roja xwe pîroz bikin û agirê Newrozê geş bikin.”