ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN

  • 09:00 20 Adar 2023
  • Rojev
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji salên 90’î de diyar kiribû Newroz xeta azadiyê ye, di Newroza 2013’an de bi daxuyaniya xwe wate hîn bêtir kûr kir û ev xet îro rojevîbûna xwe diparêze. 
 
*Parlamentera HDP’ê Şevîn Çoşkun got: “Hemû gel di vê Newrozê de ji bo hêrsa xwe nîşan bidin hesab bipirsin ji bo gotina xwe bêjin wê li qadan bin. Em xemgîn in, em di şînê de ne êşa me heye. Lê ligel vê hêrsa me heye û ji bo hesabpirsînê em ê li qadan bin.”
 
*Di karaseta lehiya rabû de 18 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu da zanîn ku sedem desthilatdariya AKP-MHP’ê ye û wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku wê gel vê bêxwedîbûna di karasetan de ji bîr neke û wê beje ‘dema te tije bûye’.”
DÎMEN HEYE
 
*Jinên navçeya Tirbesiyê ya Kantona Qamişloyê cejina Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kirin û gotin: “Roja Newrozê ji bo me roja berxwedan û têkoşînê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Denizliyê herikîn qadên Newrozê, azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin û gotin wê li dijî hedefgirtina destkeftiyên jinan a ji aliyê îktidarê ve raperîna xwe mezin bikin. DÎMEN HEYE