Li Ewropayê Newroz bi coş hat pîrozkirin

  • 21:48 19 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Ewropa Kurd û dostên Kurdan hatin gel hev û agirê Newrozê geş kirin.
 
Li Parîs, Rennes a Firansayê û li Belçîkayê Kurd  bi cil û bergên xwe yên gelerî herikîn qadên Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin.  Di pîrozbahiyan de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwestin û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
 
Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistaniyan bi coşeke mezin Cejna Newrozê pîroz kir. Pîrozbahiya ku bi hezaran kes beşdar bûn, li banliyoya Villiers-le-bel a Parîsê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê hat vêxistin, stran hatin gotin û govend hat gerandin.
 
Girseya gel bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Newroz pîroz be“ û “Jin jiyan azadî“ hat berzkirin. Di pîrozbahiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa Abdullah Ûlmez, Cejna Newrozê ya çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gerîla berxwedêrên zîndanan pîroz kir. Piştre Berdevkê Têkiliyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya axaftinek kir.
 
Di pîrozbahiya Newrozê de Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn.Farqîn Azad, Sûna Alan, Helîmê Omarî, Hozan Farûk û Yakûp Adîktî  derketin ser dîkê û welatiyan govend gerandin.
 
Rennes
 
Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê dijîn hatin ba hev û li qada Parc des Gayeûllesê Newroz pîroz kirin. Kurdistaniyên tev li pîrozbahiya Newrozê bû, Cejna Newrozê li dostên gelê Kurd, gerîla û berxwedêrên zindanan û tevahî mirovahiyê li çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
 
Girseya ku bi giranî ji ciwan û jinan pêk tê, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla. Girseyê  dirûşmeyên"Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", “Bê Serok jiyan” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin. Piştre siyasetmedarên Kurd Serhat Agirî û Kemal Aktaş axaftin kirin û bal kişandin ser wate û girîngiya rojê.
 
Di pîrozbahiyê de Kesên di erdheja li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn. Agirê Newrozê hat pêxistin û gel li dora agir govend  gerand.Di pîrozbahiyê de Hozan Alî Gul, Çetîn Zîlan û Ayfer Duzdaş derketin li ser dikê stran gotin.
 
Belçîka 
 
Kurdistaniyên li Belçîkayê dijîn û dostên wan ji bo Newrozê li Leûvenê hatin ba hev. Pîrozbahiya Newrozê ya ku bi hezaran kes lê amade bûn, piştî nîvro li qada vekirî Parc des Gayeûlles pêk hat.
 
Girseya tev li şahiya Newrozê bûn, di serî de Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroza gelê Kurdistanê, dostên wan, girtiyan û hemû  kesî pîroz kirin.
 
Di şahiya Newrozê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Jin jiyan azadî“ hat berzkirin.