Di Newroza Enqereyê de berxwedana gel derket pêş

  • 18:44 19 Adar 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Li Enqereyê li Antitparqê  Newroz hat pîrozkirin û yên li qadê cihê xwe girtin balkişandin ser tecrîd, erdhêj û hilbijartinên 14’ê gulanê û diyar kirin ku ew bi israrin ku wê desthilatdariya AKP-MHP’ê bişînin.
 
Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk û Partiya Çep a Keskan li Enqeryê li Anitparqê Newreoz hat pîrozkirin. 
 
Welatiyên ji bo bîranîna 40’ê erdhêjê pankart û flama ligel xwe anîbûn destur nedan ku bikin qadê. Di parkartên hatin vkeirin de jî nivîsên ‘ Ne erdhêj cînayete’, ‘hikûmet îstîfa’ cih girtin. Du kesên jiyana xwe ji dest dane du deqe rêz hat girtin û piştre bernamê destpê kir.
 
Li ser navê Hêzên Ked û Demokraasiyê Huseyîn  Gokoglu metna hevpar xwend. Piştre  Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Onerek ku keça xwe Eylem Şafak Aydin di erdhêjê de winda kir axivî û diyar kir ku wê hêrsa mîlyonan li vir ragîhandiye.
 
Elîfê daxuyakirin ku ji bo hêrsa xwe veguherînin serhildanê hatine qada Newrozê û bi lêv kir ku bedena wan bin kavilan de ma lê yên wan wijdan di bin kavilê de maye.
 
Ji bo girtiyan silav hat şandin
 
Ji qada Newrozê bo hemû girtiyên siyasî û Sebahat Tuncel, Leyla Guven, Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, Fîgen Yuksekdag jî silav hat şandin. Dîsa ji bo Selahattîn Demîrtaş, Keskîn Bayindir, Îdrîs Baluken, Selçuk Mizrakli û hevserok û hevşaredarên HDP’î yên girtî re silav hat şandin.
 
Parlamentgerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî axivî û di axaftina xwe de balkişand ser polîtîkayên tecrîdê û he wiha got desthilatdariyê erdhêjê de hilweşîn afirandiye. Her wiha anî ziman ku wê gel îrada xwe di 14’ê Gulanê de nîşan bide.
 
Bername bi stranên  hunermend Berfîn Aktay û Hizir Çelebî bidawî bû.