Marmarayê bi agirê Newrozê Îmrali silav kir

  • 18:32 19 Adar 2023
  • Rojane
Marmarayê bi agirê Newrozê Îmrali silav kir
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî hewaya cemdiî li Kocaelî, Burda û Tekîrdagê bidehezarna kes li qadan hatin gel hev. Di pîrozbahiyan de balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
 
 Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk û Partiya Çep a Keskan li Kocaelî, Bursa û Tekîrdagê Newroz hat pîrozkirin.
 
Kocaelî
 
Gel li Bazara Girtî ya Mevlana ya navçeya Gebeze a Kocaeliyê hatin gel hev.  Bi hezaran kesî bi hêrs û serhildana xwe qada Newrozê tije kir. Di mîtîngê de dirûşmeyên ‘bijî serok Apo, bexwedan jiyane’, ‘bijî berxwedana zindanan’ hat berzkirin.
 
Ji bo kesên têkoşîna demokrasiye de jiyana xwe ji dest dane deqeqeyek rêz hat girtin. Piştre parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergeroglu axivî û diyar kir ku tevî hemû astengiyan gel qad tije kiriye û daxuyakirin ku wê ew bi agirê Newrozê tecrîdê bişkînin.
 
‘Em ê bigihêjin rojên azad’
 
Hevseroka HDP’a Gebzeyê Damla Bagci ya li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê dima nameyek şand û nameya wê hat xwendin. Damlayê di nameya xwe de da zanîn ku ji bo hêvî tilîliyên girtiyên jin li qadên Newrozê bên bihistin ev name nivîsiye û got wê ew bersiva pergalê di sindoqêde bidin û bigihêjin rojên azad.
 
Serokê Giştî ye partiya Kedê Hakan Ozturk jî axivî û balkişand ser têkoşîna azadiya gelan û got wê têkoşîn bidome. Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu jî axivî.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag jî axivî û destnîşan kir ku Newroz roja hesabpisînê ye û got wê ew hesab ji kesên ku gel di bin kavilan de hiştiye bipirsin.
 
Tekîrdag
 
Li Tekîrdagê jî bi pêşengiya HDP’ê li navçeya Ergene Newroz hat pîrozkirin. Gel bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli Newerozê bûn û govend gerandin. Gel bê navber dirûşme berz kirin û piştî axaftinan Newroz bidawî bû. 
 
Bursa
 
Li Bursayê jî li Qada Bazarê ya Rabayatagi  Newroz hat pîrozkirin. Gel eleqeyek mezin nîşan da û bi cil û bergên xwe tevli bûn. Gel bê navber dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’, ‘em di şînê de ne’ , ‘Êdî bese’ berz kirin.
 
Hevseroka HDP’a Bursayê Ceylan Erol Erdogan axivî û Newroza gel Pîroz kir û  da zanîn ku wan agirê Newrozê ji bo şikandina tecrîdê pêxistine.
 
Parlamentere HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî hilbijartinên 14’ê Gulanê bibîr xist û got bersiv di sindoqan de bê dayîn hesabê nîjadperestiyê bipirsin.