Serdana şandeya navnetewî ya ji bo rêxistinên jinan dewam dike

  • 15:59 19 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengtiya Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) şandeyek navneteweyî ya jinan ji Elmanyayê li Başûrê Kurdistanê ye. Şande îro jî bi rêxistinên jinan re civiya.
 
Duh bi pêşengtiya Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) şandeyek navnetewî ya jinan ji Elmanyayê gihişt Başûrê Kurdistanê. Şande dixwaze dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lêkolîn bike, bi vê boneyê serdana rêxistinên jinan dike.
 
Şandeya navneteweyî duh li Silêmaniyê di roja yekem de serdana jinên ji aliyên Hizba Komunîst, Tevgera Goran û Tevgera Azadî kir.
 
Di roja duyem de serdanên şandeyê yên ji bo rêxistinên jinan dewam dikin. Şande îro serdana Navenda Jineolojî, Yekîtiya Jinan, Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya li Herêma Kurdisatnê û Rêxistina Jinên Azadîxwaz ya Kurdistanê kir.
 
Şande ji jinên aktivîst yên bi navê Killa Kupfer, Caroline Kim (Korea)Riha Zemanî (Îran) Kochob Mihreetab (Eritrea) û Zeynep Bayanî (Rojhilatê Kurdistanê) pêktên. Tê payîn şande li Başûrê Kurdistanê bi rêxistinên din yên jinan re jî bicive.