Salîha Aydenîz: Divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe

  • 15:29 19 Adar 2023
  • Rojane
 
WAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di Newroza Wanê de axivî û got: “Israra di tecrîdê de israra di şer de ye. Ji bo ku birêz Ocalan dikaribe bi rola xwe ya dîrokî rabe, pêwîste azad bibe. Azadiya birêz Ocalan ji bo gelê kurd jêveneger e.” 
 
Li Wanê bi sedhezaran kes bi tîna azadiyê li dora agirê Newrozê bûn xelek. Kêliyek jî dirûşma “Bijî Serok Apo” bêdeng nebû. Bi germahiya agirê Newrozê re Koma Sorjiyan derket ser dikê û strî. 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkizak axivî û got: “Meha adarê meha berxwedan û têkoşînê ye. Gelê kurd serê xwe netewand. Wê ji niha şûn ve jî netewîne. Berxwedana gelê me destan û dîrokê dinivisîne. Em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Tecrîd gelê kurd jî tecrîd dike.” 
 
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku Newroz destpêkek nû ye û bi berxwedanê tije ye û got: “Ev Newroz newrozek şînî ye. Bi deh hezaran kes mirovên me canê xwe ji dest dan. Şîna me heye û hêrsa me zêde ye. Em ê piştî Newrozê ji vê îktidara faşîst rizgar bibin û em ê wan di sindoqan de têk bibin. Ev hilbijartin hilbijartina hesabxwestinê ye. Ev hilbijartin hilbijartina jêrizgarbûna vê îktidara ku 24 meh in li Îmraliyê tecrîdê disepîne ye. Di dinyayê de tecrîdek wiha nîne û nebûye jî. Îktidar ji bo şer bidomîne tecrîdê disepîne. Ev hilbijartin hilbijartina bidawîkirina tecrîdê ye.” 
  
Paşê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz derket ser dikê û xîtabî bi sedhezaran kir. Aydenîz wiha axivî: “Agirê Kawayê Hemdemîn Mazlûm Dogan, Rahşan, Zekiyeyan îro gihîşt bi milyonan kes. Newroz cejna serî rakirina li ber zaliman e. Heta kurd û Kurdistan azad bibe wê Newroz bi raperînê bidome. Newroz cejna yekitiya gelê kurd e. Silav li mîmarê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ be. Silav li birêz Abdullah Ocalan be. 
  
Di vê navberê de em qurbaniyên erdhejê jî bi bîr tînin. Sedemê ewqas mirinan îktidar e. Felaketa rastî îktidar bi xwe ye. Em ê we helal û efû nekin. 
  
Xelk di bin kavilan de ye lê ev îktidar êrişî rojavayê Kurdistanê dike. Em gazî vê îktidara ku neyarê gelê kurd e dikin; Efrîn a kurdan e û wê ya kurdan bimîne. Dixwazin kurdan bi kîmyasalê tune bikin. Em viya qebûl nakin. Em dibêjin, tavilê dest ji vî şerî berdin. 
  
Pêwîste êdî birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Bi şer tecrîda li ser birêz Ocalan dijwartir dikin. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Israra di tecrîdê de israrkirina di şer de ye. Israra di tecrîdê de israrkirina di dijminatiya kurdan, neçareseriyê û bênasname hiştina kurdan de ye. Tekane sedemê vê tecrîdê ew e ku bawerî û fikrên birêz Ocalan xurt in. Du sal in tu xeber ji Îmraliyê nayê. Dixwazin birêz Ocalan bi gelê kurd bidin jibîrkirin. Hûnê qet nikaribin birêz Ocalan bidin jibîrkirin û hûnê encamê negirin. Ji ku birêz Ocalan dikaribe bi rola xwe ya dîrokî rabe pêwîse azad bibe. Azadiya birêz Ocalan ji bo gelê kurd xetek jêveneger e. Sala 2023’yan wê bibe sala azadiya fizîkî ya birêz Ocalan. Em bi dil û can ji israra berxwedan û aştiyê ya birêz Ocalan bi bawer in.” 
 
Pîrozbahiyê li ber stranên hunermend Bajar berdewam kir.