Ji Êlihê dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû

  • 15:20 19 Adar 2023
  • Rojane
 
ÊLIH - Ji saetên serê sibehê şêniyên Êlihê ber bi qada Newrozê ve herikîn. Ji qadên Newrozê yên Êlihê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bilind bû.
 
Bi pêşengiya KCD, HDK, TJA, DBP, HDP'ê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bernameyên Newrozê tên lidarxistin. Ji saetên serê sibehê şêniyên Êlihê bi nîşana serfiraziyê, tilîlî, çepik, cil û bergên xwe yên kurdî ber bi qada Newrozê ve herikîn. Ji qadên Newrozê yên Êlihê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe"  bilind bû. 
 
Şêniyên Êlihê xwestin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Her wiha kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan tên bibîranîn. Bernameya Newrozê bi danasîna hevserokên HDP, DBP, Partiya Çep a Kesk dest pê kir. 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, axivî û bal kişand ser dîroka Newrozê û girîngiya Newrozê. Ayşe wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên ku bûn sedema mexdûriyetê ya li herêmên erdhejê dê hesabê bidin. Kesên ku ji berpirsiyariya xwe direvin dê hesabê bidin. Îsal Newroz dê bibe Newroza azadiyê. Kesên ku ligel barana zêde tevlî pîrozbahiyan bûne em silav dikin."
 
Parlamenterê Êlihê Ruştu Tiryakî jî bal kişand ser dirûşma "Jin jiyan azadî" û da zanîn ku Newroza jinên berxwedêr pîroz be. Ruştu, destnîşan kir ku îro roj roja hesabpirsînê ye. 
 
Piştî axaftinan hunermend Nûray Balik û Avazên Azad derketin ser dikê.