Li Newroza Qoserê peyama azadiya Abdullah Ocalan hat dayîn

  • 14:20 19 Adar 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Newroza Qoserê, ku bi hezaran kes bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” qadê tijî kirin peyama azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan.
 
Newroza îsal ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin, diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hate kirin. Newroza li Qoser a Mêrdînê li Qada Otogarê ya navçeyê hat pîrozkirin. Ji 7 salî heta 70’ê salî welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî qad tijî kirin. Li platforma qadê pankarta “Newroza 2023'yan” hate daliqandin. Li gel pankarta mezin, her wiha flamayên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk hatin daliqandin. Welatiyên ku herikîn qadê daxwazên bi dirûşman anîn ziman. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", “Bê serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî”, “Erdogan îstîfa” li qadê olan da. Di heman demê de alîgirên Amedsporê jî li qada Newrozê cihê xwe girtin. 
 
Hunermendên herêmî li qada pîrozbahiyê stranên xwe pêşkeş kirin û Newroz pîroz kirin.
 
Posterên Abdullah Ocalan hate vekirin
 
Her wiha posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate vekirin. Bi vekirina poster re coşa li qadê derket lûtkeyê. Girseyê bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz girt. Di heman demê de ciwanan bal kişandin tecrîda girînkirî û pankarata “Bi agirê Newrozê em ê tecrîdê bişkênin” vekirin.
 
Piştî pîrozbahiyên bi coşa gel dê bernameya pîrozbahiyê û pêxistina agirê Newrozê, bername bi axaftinên Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş berdewam kir.
 
Ewilî Parlementerê HDP’ê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û bal kişand li ser tecrîda li dijî Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku heya ku tecrîd neşikê ne mimkûn e ku aramî û demokrasi were vî welatê.
 
‘Têkoşîna jinan li her derê ye’
 
Dûvre Ebrû Gunay jî axivî û destnîşan kir ku jin bi hêz û coşa xwe pêvajoyê diyar dikin û got: “Raperîna ku ji Jîna dest pê kir îro bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li hemû cîhanê belav dibe. Jin li qadê ne û bersiva xwe ya li dijî êrîşan didin. Her wiha di hilbijartinê de jî jin û bi taybet ciwan dê vî hikûmeta têkçûyî bi rê bike.”
 
Piştî axaftinan bername bi awaz û stranên Koma Dengê Jinên Azad berdewam dike.