Li Mêrsînê bi deh hezaran kesî xwestin Abdullah Ocalan azad bibe

  • 14:06 19 Adar 2023
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Li Mêrsînê tevî baranê dirûşma "Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" hat berzkirin. 
 
Welatiyên Mêrsînê ber bi qada Tirmil a Navçeya Akdenizê ya Mêrsînê diherikin. Wê Newroz bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Tevî baranê welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî diherikin qada Newrozê. Her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo","Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" tên berzkirin. Li Mêrsînê bi deh hezaran kesî xwestin Abdullah Ocalan azad bibe.
 
Tevî baranê welatî diherikin qadê
 
Li qada Newrozê stranên serhildanê tên gotin. Stranên Newrozê tevî baranê tên gotin. Wê Parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan, Ridvan Turan, Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavit Ugur, Berdevka TOP'ê Juliana Gozen û siyasetmedarê kurd Sirri Sakik biaxivin. Her wiha wê dengbêj, Cevdet Bagca û Derya Cengiz derkevin ser dikê. 
 
Berdevka TOP'ê Juliana Gozen da zanîn wê hesab bê pirsîn û got wê jiyana nû bi hev re ava bikin. 
 
Sirri Sakik jî da zanîn Newroz agirê azadiyê ye û got tecrîd sûcê mirovahiyê ye. 
 
Bername bi kilamên dengbêjan û hunermend û Cevdet Bagca, Derya Cengiz dewam dike.