Newroza Çewlîgê: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe

  • 13:45 19 Adar 2023
  • Rojane
ÇEWLÎG – Li Çewlîgê agirê Newrozê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hat pêxistin. Di Newrozê de axaftvanan anî ziman ku sedema tofana ku li Tirkiyeyê rabûye hikûmeta AKP’ê ye û got AKP’ê di vê pêvajoyê de winda kir. Her wiha, hat gotin ku li dijî dehakan têkoşîna Kawayan jî dê mezin bibe. 
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk ve li Qada Newrozê ya Taxa Sarayê ya Çewligê bi dirûşmên “Her Der Newroz Her Dem Azadî” û “Bi Agirê Newrozê Ber Bi Azadiyê ve” pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Li Qada Newrozê alên HDP û Partiya Çep a Kesk û pankata "Çewlîg bila wek herêma tofanê bê îlankirin" hat daliqandin. Ligel barana ku barî bi sedan welatiyên Çewlîgê di saetên serê sibehê de hatin Qada Newrozê. Di Newroza ku diyarî welatiyên erdhêjê hat kirin de rêxistinên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk ên Çewlîg û navçeyên wê, aktîvîstên TJA, Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civakî yên sivîl û bi hezaran welatî tevlî bûn. Ligel barana ku barî jî gund, navçe û taxên navendê welatî hatin Qada Newrozê. Jin, mêr û zarok bi cil û bergên herêmî li xwe kirin. Newroz bi qeqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Di destpêka Newrozê de di serî de Serokê Komîteya Amadekar ê Newrozê Zayîm Bagbars axivî. Zayîm, Newroza hemû kesan pîroz kir û kesên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê xwest. Zayîm, bi lêv kir ku ji ber hikûmetê tedbîrê negirtiye û bûye sedema mirina bi hezaran kesan.
 
‘Em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin’
 
Hevserokê HDP’ê yê Çewlîgê Feyzullah Şeyhanoglu jî destnîşan kir ku ew îsal ji ber erdhejê bi coş nikarin pîroz bikin. Feyzullah, diyar kir ku hikûmet ji bo tofana xwezayî tu carî tedbîran nagire û bûye sedema mirina bi hezaran kesan. Feyzûllah, destnîşanê hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û got gel dê ser sindoqan bersivek mezin bike. Feyzullah, anî ziman ku çawa Newroz mizgîniya biharê ye ew ê bi birînên xwe jî bi hev re wek wê bipêçin û hesab ji hikûmetê bixwazin û got: “Em ê tu carî de dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê li dijî dehakan bi rihê Kawatan bersivek mezin bidin”
 
‘Îktîrada AKP’ê ji bo gelan cihê jiyanê nehîştiye’
 
Endama PM'ê ya DBP’ê ya Êlihê Nurten Uzumcu jî Newroz li hemû welatiyên Çewlîgê pîroz kir û got ew vê Newroza îsal diyarî welatiyên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane dikin. Nurten, bi lêv kir ku ew bi rihê têkoşîn û serhildanê vê Newrozê pîroz dikin û wiha pê de çû: “Îktîdara AKP’ê 20 sal in cihê jiyanê ji bo gelan nehîştiye.  Ligel tofan û êşa ku hatiye jiyîn dide nîşandan ku dawiya îktîdarê hatiye. Ev îktîdar dê li ser vê axê winda bike. Lê ya herî girîng jî ew e ku li dijî îktîdarê hêrsek mezin heye û ev hêrs her ku diçe mezin dibe. Ji bo ku ji zilm, zordarî, kedxwarin  bêhiqûqiyê re bêjin bes divê em zêdetir têbikoşin.” Nurten, da zanîn ku li pêşiya wan hilbijartinên giştî heye û axivî: “Ji bo ku em dawî li vê zimê bînin kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund xebatên xwe bimeşînin û rêxistinbûyîna xwe mezin bikin. Belê erdhejek pêk hat, lê divê em nebêjin bi tenê tofanek xwezayî ye. Ev di encama polîtîkayên nelirêtiyê hat jiyîn. Ji ber bê tedbîriyê ev tişt hatin jiyîn. Tirkiye cihê tofanê ye. Ji ber vê yekê jî şûna ku butçe ku ji bo tofanê bên cudakirin, ji bo şer bi kar tînin. Ev yek jî encama wê nîşanê me kir. Ji ber vê yekê li dijî tiştên ku tên jiyîn divê em bêjin bes. Em têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe bi hev re mezin bikin.”
 
Hevseroka HDP’ê ya Çewlîgê Mihrîban Ekîncî jî helbesta “Newroz”ê ya ku amade kiribû xwend.
 
‘Di hilbijartinê de em bersivê bidin hikûmetê’
 
Herî dawî Parlamenterê HDP’ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr axivî.  Erdal destnîşan kir ku bi salan e dehakên ku zilmê dikin hene û li dijî dehakan jî Kawayê berxwedêr hene. Erdal, destnîşan kir ku gelê Kurd tu carî li dijî zilmê serî netewandiye û dê netewînin. Erdal, bal kişand ser erdheja ku di 6’ê Sibatê de pêk hat û bi hezaran kesên jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest û wiha got: “Hikûmetê ji ber tedbîr negirt ev qas kesî jiyana xwe ji dest dan. Ev jî zilm e. Ger ku tedbîr bigirtana dê ev tişt nebûna. Hîn ji erdhêjê xwe xilas nekirin, piştre lehî rabû û welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo rantê hemû tiştî dikin. Erdogan 20 sal in Tirkiye kiriye nava xizaniyê û mîlyonana mirovên me bê cih û war hiştin. Ji bo jiyanek azad û aştiyane pêwîstî bi siyasetek demokratîk heye.” Erdal, bal kişand ser girtiyên siyasî yên dîl hatine girtin û slav ji wan re şand. Erdal, di dawiyê de got ew ê dest bidin destên hevdû û di 14’ê Gulanê de dengê ku bi kar bînin ve dê bersivê bidin dehakan."
 
Gel tililî û çepikên xwe bilind kir. Piştî axaftinan bi dirûşmên “Bijî Serok” û “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê hat pêxistin.  
 
Piştre hûnermend Evîn Sindî û dengbêjê herêmê Fettah Yalçin derketin ser dikê û stranên xwe gotin.
 
Newroz, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.