Li Antalyayê dirûşma 'Her dem azadî' bilind bû

  • 13:38 19 Adar 2023
  • Rojane
 
ANTALYA - Newroza ku bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “ Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve" li Antalyayê bi coşek mezin hat pîrozkirin. 
 
Li Antalyayê, li ber Salona Sporê ya Turgut Ozal Newroz bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “ Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve" hat pîrozkirin. Qada Newrozê bi alên HDP'ê, Partiya Çep a Keskan ve hat xemilandin. 
 
Di qada pîrozbahiyê de dirûşmên wekî “Jin jiyan azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ye" hatin berzkirin. Bi rêzgirtina ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bername destpê kir. Pîrozbahiya Newrozê li Antalyayê bi coşek mezin didome.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê destpê kir. Axaftina vekirinê ji hêla Hevserokên HDP'ê yên Antalyayê Hulya Hasbay û Ahmet Kaya ve hat kirin. Her du hevserokên HDP'ê yên bajêr bal kişandin ser rewşa mexdûrên erdhejê û diyar kirin ku divê îktîdar hesabê bide. 
 
Dûre Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul, endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Sultan Ozcan, Rêveberên HDP'ê yên navçeyên Antalyayê, Hevberdevkên Partiya Çep û Keskan a Antalyayê Ozlem Bahadir û Mustafa Vakît derketin ser dikê û piştre agirê Newrozê pêxistin. 
 
Piştî axaftina Mustafa Vakît Koma Muzîkê ya Zarokan a Aryen derket sir dikê. Dûre jî Sultan Ozcan axivî û diyar kir ku şîna xwe veguherandine hesabpirsînê. Parlamenter Kemal Bulbul jî destnîşan kir gel dê xwedî li nirx, ziman û çanda xwe derkeve û got: "Em silavên xwe ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re bi rê dikin. Em ê hemû hevalên xwe bi têkoşîna xwe azad bikin."
 
Piştî axaftinan hunermend Hîvda Gokel stranên xwe vegot.