Li Meydana Gudogduyê dirûşma 'Hukumet îstifa' hat berzkirin

  • 13:18 19 Adar 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Newroz her sal bi coşekê dihat pîrozkirin. Îsal jî ji ber erdhejê di Newrozê de raperên û hêrsa gel derket pêş. Li Meydana Gudogduyê dirûşma 'Hukumet îstifa' hat berzkirin.
 
Li Qada Gundogdu ya Konaka Îzmîrê bi dîrûşma "Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve" pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Bi hezaran kes herikîn qada Newrozê û dirûşmên "Bijî Newroz","Bijî Serok Apo","Bê serok jiyan nabe","Jin jiyan azadî","Bijî berxwedana zindanan" hatin bilindkirin. 
 
Wêneyên Deniz Poyraz 
 
Dowizên "Newroz pîroz be", "Berxwedan jiyane", "Dem dema HDP ye" û wêneyên Deniz Poyraz hatin hilgirtin. 
 
Ji bo bibîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan şaxên defneyê yên matemê temsîl dikin hatin hilgirtin. Newroz bi rêzgirtina ji bo bibîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. 
 
Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk da zanîn ku îktidar her çar parçeyên Kurdistanê dike hedef û got tecrîd îşkence ye. Berdan da zanîn ku çekên kîmyewî li dijî gelê kurd tê bikaranîn û got Ocalan dengê aştî, wekhevî û jiyana hevpar e. 
 
Li Meydana Gudogduyê dirûşma 'Hukumet îstifa' hat berzkirin.
 
Newroz bi derketina ser dikê ya Dengbej Xalide û Koma Hevra dewam dike.