Newroza Mêrsînê: Em ê bi serhildanê bi ser bikevin

  • 12:32 19 Adar 2023
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Li Mêrsînê tevî baranê dirûşma "Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" hat berzkirin. 
 
Welatiyên Mêrsînê ber bi qada Tirmil a Navçeya Akdenizê ya Mêrsînê diherikin. Wê Newroz bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Tevî baranê welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî diherikin qada Newrozê. Her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo","Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" tên berzkirin. 
 
Tevî baranê welatî diherikin qadê
 
Li qada Newrozê stranên serhildanê tên gotin. Stranên Newrozê tevî baranê tên gotin. Wê Parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan, Ridvan Turan, Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavit Ugur, Berdevka TOP'ê Juliana Gozen û siyasetmedarê kurd Sirri Sakik biaxivin. Her wiha wê dengbêj, Cevdet Bagca û Derya Cengiz derkevin ser dikê. 
 
Herikîna qadan a welatiyan didome.