Newroza Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir

  • 12:28 19 Adar 2023
  • Rojane
WAN - Li kuntarê Keleha Wanê bi deh hezaran kesên ku hatin gel hev bernameya Newrozê hat destpêkirin li qadê dirûşma "Bijî Serok Apo" tê berzkirin
 
Li Herêma Serhedê ji serê sibehê ve bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê herikî Parka Newrozê ya li Quntarê Keleha Wanê.  Ji taxên bejahî û navçeyan bi hezaran kes li gel barîna baranê bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerila” Û “Bijî berxwedana Kobanê” ber bi qadê ve meşiyan. 
 
Li qadê posterên Abdullah Ocalan
 
Ciwana bi pankarta, "Ciwan ber bi rojê ve dimeşin" ketin qadê. Li qadê flamayên HDP'ê û yên Partiya Çep a Keskan hatin daliqandin.
 
Bernameya Newrozê bi rêxgirtinê hat destpêkirin, Ji komîteya Amadekar a Newrozê Edîbe Babur û Sedat Dunmez gel silav kirin.