Ji qadên Newrozê yên Êlihê dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind dibe

  • 12:01 19 Adar 2023
  • Rojane
ÊLIH - Ji saetên serê sibehê şêniyên Êlihê ber bi qada Newrozê ve herikîn. Ji qadên Newrozê yên Êlihê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe"  bilind dibin.
 
Bi pêşengiya KCD, HDK, TJA, DBP, HDP'ê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bernameyên Newrozê tên lidarxistin. Ji saetên serê sibehê şêniyên Êlihê bi nîşana serfiraziyê, tilîlî, çepik, cil û bergên xwe yên kurdî ber bi qada Newrozê ve herikîn. Ji qadên Newrozê yên Êlihê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe"  bilind dibin.
 
'Bijî Serok Apo'
 
Ji qadên Newrozê yên Êlihê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe"  bilind dibin. Şêniyên Êlihê xwestin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Her wiha kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan tên bibîranîn. Wê bernameya Newrozê bi danasîna hevserokên HDP, DBP, Partiya Çep a Kesk dest pê bike. Piştre wê axaftin dest pê bikin. Wê Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê Êlihê Ruştu Tiryaki û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk biaxivin. Wê Nuray Balık û Avazên Azad derkevin ser dikê.