Nobeda Edaletê di roja 727'emîn de ye

  • 11:55 19 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 727'emîn de ye.
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 727’an de berdewam dike.
 
Ji ber edliye girtiye loma Malbata Şenyaşar li mala xwe ya Pirsûsê çalakiya Nobeda Edaletê dewam kirin. Malbata Şenyaşar ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir:"Di sala 2023'yan de gelek tiştên ne di rê de qewimîn. Erdhej, lehî, zîpik, ronahiyên ecêb hemû jî li dû hev. Gelek tiştên em lê bipirsin hene. Hûn heta li gor zanist, edalet, exlaq û hiqûqê neçin wê ev felaket pêk werin."