Newroza Çewlîgê destpê kir

  • 11:41 19 Adar 2023
  • Rojane
 
ÇEWLÎG - Li Çewlîgê bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi Azadiyê ve” pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.  
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk ve li Qada Newrozê ya Taxa Sarayê ya Çewligê bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi Azadiyê ve” pîrozbahiya Newrozê destpê kir.
 
 Li Qada Newrozê alên HDP û Partiya Çep a Kesk û pankarta "Çewlig wek herêma tofanê bê îlankirin" hat daliqandin. Ligel barana ku dibare bi hezaran gelê Çewligê ber bi Qada Newrozê ve diherike. Newroza ku diyariyê gelê erdhêjê hat kirin de rêxistinên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk ên Çewlig û navçeyên wê, aktîvîstên TJA, Dayikên Aştiyê, rêxistinên civakî yên sivîl û bi hezaran welatî tevlî bûn. Ligel barana ku dibare ji gund, navçe û taxên navendê welatî tên qada Newrozê.
 
Cil û bergên herêmî li xwe kirin
 
Hin welatî bi maşîneyên xwe yên taybet û hin jî bi maşîneyên nav bajêr ve tên qadê. Welatiyên ku tên qadên ji du cihên lêgerînê derbas dibin û piştre dikevin qadê. Jin, mêr û zarok bi cil û bergên herêmî li xwe kirin.
 
Di Newrozê de welatî li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zilm û zordariyê dengê xwe bilind bikin û ev Newroz diyariyê bi hezaran welatiyên ku erdhêjê de jiyana xwe ji dest da, bê kikirin.
 
Di pîrozbahiya Newrozê de Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr, endama DBP PM’yê ya Êlihê Nurten Uzumcu, Hevserokên HDP’ê yên Çewligê Mihrîban Ekîncî û Feyzûllah Şeyhanoglu, Serokê Komîteya Amadekar ê Newrozê Zayîm Bagbars wek axaftvan dê cih bigirin. Her wiha hûnermend Evîn Sindî û dengbêjê herêmê Fettah Yalçin dê derbikevin ser dîkê.
 
Ketina gel a qadê didome.