Agirê Newrozê li 23 bajaran tê vêxistin

  • 11:12 19 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 23 bajar û navçeyan agirê Newrozê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî " û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê vêxistin. 
 
Newroza sala 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin, li 24 bajar û navçeyan tê pîrozkirin. Agirê Newrozê îro dê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî" û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li bajarên Stenbol, Wan, Îzmîr, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Çewlik, Dêrsim, Mêrsîn, Gever, Tetwan, Qoser, Aydin, Antalya, Enqere, Bursa, Tekîrdag, Kocaelî, Mûgla, Denîzlî, Manîsa, û Balikesîrê û bi daxwaza “Ji bo Ocalan azadî” bê vêxistin.