Ji çavê rojnamegerekê ji duh heta îro Newroz...

  • 09:05 19 Adar 2023
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Rojnameger Hatîce Kamer ku di 2002’yan de wek rojnameger dest bi şopandina Newrozan kir, ji bo Newrozên ku şahidiya wan kir wiha got: “Bîranîna her Newrozekê cuda bû. Lê hesta ku da jiyîn jî heman bû.”
 
Kawayê Hesinkar ku beriya Zayînê di 612’yan de li dijî Dehaqê li Kurdan zilm kir û ciwan qetil kir, serî hilda, Dehaq kuşt û li hewca kelehê bi agirê ku pêxist mizgînî da Gelê Kurd. Agirê hat pêxistin bû peyama azadiya gel. Ew agir hîna netemiriye û her diçe mezin dibe. Gelê Kurd bi meşaleya ji Kawa girtiye bi hezaran salane ji destê xwe nexistiye. Cejna Newrozê ku ji bo kurdan dîrokiye ji 1990’an heta niha  her sal  di 21’ê Adarê de tevî hemû astengiyan tê pîrozkirin.
 
Rojnameger Hatîce Kamer  rojnamegereke kurd ku bi salan  li bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê  rojnamegerî kiriye. Hatîceyê heman demê de ji 2002’yan de Newroz şopandine. Me Newrozên ji wê rojê heta îro ji Hatîce Kamer guhdar kir.
 
Salên 90’î de Newroz qedexe bûn
 
Hatîceyê balkişand ser Newrozên salên 2000’î û şahidiya xwe ya wê demê wiha anî ziman: “Ez ji Farqînê me. Salên 2000’î dem zarokatî û ciwaniya me bû. Wê demê pîrozbahiyek fîîlî ya Newrozê tunebû. Veşartî dihatin pîrozkirin. Li kolanan teker dihatin pêxistin. Mirovan li gorî govend digerandin. Ev salên 91-92-93 bû. Ez Delîla ya rehmetî nas dikim. Em li heman taxê rûdiniştin. Malbata wê nas dikim. Wê demê jî stran digot. Me govend digerand. Şevên Newrozan ciwanan li kontara çiyan agir pêdixistin. Me şahidiya Newrozên qedexe îlegal kir. Piştî salên 2000’î pîrozbahî bi girseyî derketin pê. Heta îro jî wisa berdewam kir.”
 
‘Yekem car fîlî hat pîrozkirin’
 
Hatîceyê daxuyakirin ku Newroz di 2000’î de fîîlî hatiye pîrozkirin û got: “Min zanîngeh dixwend wê deme. Bi coşek mezin Newroz hat pîrozkirin. Min ji televîzyonan temeşe kir. Ez tevli nebûm. Her kes tevli bibû.  Newroza yekem a fîîlî li qada fuarê hat pîrozkirin. Wek rojnameger yekem Newroza tevli bûm ya 2002’yan bû. Bi mîlyonan kes hatibûn. Min kameramanî dikir. Yekem car hunermendên kurd yên qedexe hatibûn.  Diyar hatibû. Coşek mezin hebû. Kelecanek mezin hebû. Min bi hezkirinek mezin şopandibû. Ji bo min pir cuda bû.” 
 
‘Ji bo kurdan wateyek cuda ya Newroza 2013’yan heye’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku tenê kurd Newrozê pîroz nakin û wiha dirêjî daye: “Gelek gelên Rojhilata Navîn Newrozê wek cejna biharê pîroz dikin lê ji bo kurdan di alî polîtîk de gelek wateyên wê hene. Dewlet jî siyaset jî di ferqa vê de ye. Ji ber vê di pêvajoya çareseriyê de em bûn şahide pir tiştî. Newroza Amedê ya dîrokî ku nameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwendin, qebûl kirine. Ji ber vê jî Newroza 2013’an bo kurdan pir girîng e.
 
Newrozên bendewarî jê zêde bûn…
 
Hatîceyê, diyar kir ku ji 2002’yan de ez Newrozan dişopînim, gelek çîrok û bîranîn hene û wiha nirxand: "Bûm şahidê gelek tiştî. Ji bo min hemû bi nirxin. Mînak Newrozên qedexe hebûn. Ya 2012’yan. Gel tevî qedexeyan meşiyan qada Newrozê. Gel bi girseyî dest bi meşê kiribû. Ev Newrozên ku nayên jibîrkirin. Newrozên 2014-2015’an Newrozên ku bi mîlyonan kes tevli bibûn. Ji ber bendewarî hebû. Min dît ku  bi mîlyonan kes bi daxwaza aştiyê diherikin wan qadan. Ji ber vê Newrozên 2014 û 2015’an gelek girîng in. Piştî 2015’an pêvajoya polîtîk guherî. Ew bendewariya gel nehat cih. Mixabin pêvajoyên ku şûnde ketin hatin jiyîn. Newroza ku Kemal Kurkut hat qetilkirin tu car ji bîra min naçe. Ev 21-22 sale Newrozan dişopînim lê nikarim bêjim ku bi taybet ev jibîra min naçe. Ji ber hemû bîranîna wan ya cuda hebû. Hesta ku Newrozê da tu car neguherî. Her peyama hat dayîn ji bo min binirx bû.”
 
Hatîceyê cejna Newroza hemû kesî pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez kurd im em kurd in. Ji ber em rojnamerin em neçarin di Newrozan de nûçeyan bişopînin. Em her tim qeydan digirin û dişopînin. Em hewl didin coşa qadê bidin hîskirin. Ji ber vê em zêde nikarin tevli atmosferê bibin. Lê her Newrozek ji bo min watedar bû. Em ê wek rojnameger vê Newrozê jî bişopînin. Ez cejna Newroza hemû kesî pîroz dikim.”