Agirê Newrozê li Leîpzîgê hate dadan

  • 08:36 19 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, Kurd tevî dostên xwe li Rabet Parkê li hev kom bûn, Newroz pîroz kirin û piştevaniya xwe ya ji bo mexdûrên erdhejê nîşan dan.
 
Kurdistaniyên li Leîpzîgê tevî dostên xwe agirê Newrozê dadan û ji bo bilindkirina têkoşînê biryardariya xwe nîşan dan. Çalakiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê û qurbaniyên erdhejê dest pê kir.
 
Siyasetmedar Menderes Canbeg li pîrozbahiyê axivî û got, "Têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 50 salan dest pê kir, ji bo gelê Kurd bû kevneşopiyeke berxwedan û vejînê. Vê berxwedanê ji Kawayê Hesinkar dest pê kir û heta Mazlûm Dogan û Zekiye Alkanan bê navber dewam dike. Ala berxwedanê ya ku Mazlûm Dogan li zindana Amedê li dijî teslîmiyetê hilda, gihîşt me û ber bi serketinê ve diçe."
 
Menderes bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê û got, "Di vê hilbijartinê de em ê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin, em ê azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin."
 
Pîrozbahiya ku heta êvarê dewam kir bi dirûşma "Newroz pîroz be" bi dawî bû.