Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da bû 49 hezar û 589

  • 20:39 18 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Di erdhêjên navenda wê Mereş bû de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 49 hezar û 589’an.
 
Cigirê serokomar Fuat Oktay li Navenda Giştî ya AFAD’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di erdhêjên navenda wê Mereş bû de hejmara kesên jiyana  xwe ji dest dane gihiştiye 49 hezar û 589’an û ji van 6 hezar û 807 kes biyanî ne.  
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku heta niha ji herêma erdhêjê 345 hezar û 97 welatî ji bo denga xwe bikar bîne cih giuhertiye û wiha hat gotin: “Di kampanya Tirkiye Bûye Yek Dil de pereye hatiye taahhutkirin jê 82 mîlyar û 454 mîlyon û 611 hezar lira ji hesabên AFAD’ê re hatiye razandin.”