Li dijî dagirkirina Efrînê meş hat lidarxistin

  • 16:28 18 Adar 2023
  • Rojane
HELEB - Îro 5 sal di ser dagirkirina bajarê Efrînê re derbas dibe. Bi meşek ev roj îro li taxa Şêxmeqsûdê hat şermezarkirin û hat bibîranîn.
 
Dewleta Tirk û komên girêdayî wê, di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan, Efrîn hat dagirkirin. 
 
Ji hezar welatiyên Kurd zêdetir kes di encama dagirkirinê de li Efrînê şehîd û birîndar bûn, ji 250 hezar welatiyan zêdetir jî, bi neçarî derbider bûn. Heta niha jî binpêkirinên mirovî li Efrînê berdewam in û bi hezaran welatiyên Efrînê hatine revandin. Îro jî 5 sal bi ser dagirkirina Efrînê re derbas dibe. Ji bo bibîranîna vê roja bi êş îro li taxa Şêxmeqsûdê ya Bajarê Helebê meş hat lidarxistin. Meş ji pêşiya Eywana Yasîn ber bi qada Cebenatan ve herikî. Di meşê de wêneyên Pekrewanên berxwedana serdemê, şitlên Zeytûnê û pankertên bi nivîsa “ Bi rihê berxwedana serdemê û şêladizê êrîşên li ser Efrîn û xakûrkê şermezar dikin“,“Bi rihê berxwedana Garê û Serdemê em ê rizgarkirina Efrînê misoger bikin“,“Duh Helebce û îro jî Efrîn" hatin hildan. Her wiha meş bi dirûşma “Bijî berxwedana serdemê, şehîd namirin" hat destpêkirin û bi dawî bû. 
 
Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin ji aliyê ji Rêveberiya Meclîsa Şehîdan ya Taxa Şêxmeqsûd Rewşan Mihemd ve hat kirin. Rewşanê di axaftina xwe de peyama rizgarkirina Efrînê û berdewamiya têkoşînê da.