Di roja 736’emîn de li aqûbeta Mehmet Mungan hat pirsîn

  • 13:39 18 Adar 2023
  • Rojane
 
AMED – Di hefteya 736’emîn ya çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de li aqûbeta Mehmet Mungan hate pirsîn.
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 736’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xist. Wêneyên windayan hatin hildan û pankarta wêneyên windayan li erdê hat raxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Mungan ê li Şirnex, Slopiyê hatiye wendakirinê pirsîn.
 
Çîroka Mehmet Mungan ji aliyê Endamê Komîteya Girtiyan a ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Çîrok wiha ye;
 
“Malbata Mungan heta sala 1990'î li Zeviyê Ceylan a Yenîkoya navçeya Silopiya ya Şirnexê dijiya. Dema li herêmê pevçûn dest pê kir Malbata Mungan ji ber zextên hêzên ewlehiyê gundê xwe vala kirin û li gundê Xezayê (Doruklu) bi cih bûn. Mehmet Mungan (27) ku ajokarê kamyonê ye, di 18'ê Adara 1998'an de ji bo barkirina tiştên ku wê bibin Iraqê tê Silopiyayê. Êvarê tê mala mamê xwe yê li Silopiyayê û ji bo rêwîtiyê hinek pere jî bi xwe re tîne û ji malê derdikeve. Piştî ku ji mala mamê xwe derdikeve, êdî xebera wî nayê. Malbata Mungan hem serî li yekîneyên ewlehiyê û hem jî li rayedarên leşkerî dan. Piştî ku malbata wî serlêdan kir, ji bo îfadeyê careke din bang li Emniyetê kirin, lê agahî jê nayê girtin.
 
Piştî dozên ku di sala 2009’an de bi navê Ergenekonê dest pê kirin, malbata Mehmet Mungan serî li Baroya Şirnexê da û diyar kirin ku dibe ku ji windakirina Mungan hin leşkerên ji doza Ergenekonê tên darizandin bin. Birayê Zeydîn Mungan di daxuyaniya xwe ya 26'ê Çileya 2009'an de bûyerê vedibêje û daxwaz dike ku kiryar bên dîtin. Di sala 2011’an de dîsa bi rêya parêzerên xwe hewl da dozê veke, lê di doza Mehmet Mungan de tu pêşketin çênebû. Hemû lêgerînên ji bo Mehmet Mungan ê di 18'ê Adara 1998'an de hat windakirin bê encam in û ji însiyatîfa hiqûqî ya malbata wî jî tu pêşketin çênabe. Mehmet Mungan (27) ji wê demê heta niha winda ye.”
 
 Herî dawî ji bo wendayan çalakiya rûniştinê pêk hat.