Bersûcê Malbata Şenyaşar di emeliyatê de mir

  • 13:14 18 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Bersûcê Celal û Adil Şenyaşar Îbrahim Yildiz ê ku derbarê wî de biryara girtinê hebû û ev 5 sal in nedihat girtin di emeliyata mîde de mir. Emîne Şenyaşar derbarê mijarê de got:"Bi zaneyî ew negirtin."
 
Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.  Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 726’an de dewam dike. 
 
Îbrahim Yildiz ê bersûcê Malbata Şenyaşar li Nexweşxaneya Navenda Tip a Metropolê ya li Mêrsînê di 16'ê Adarê de dikeve emeliyata mîde û ji vê emeliyatê sax dernakeve. 
 
'Bi zaneyî ew negirtin'
 
Emîne Şenyaşar a ku me bi rêya telefonê xwe gihand wê wiha got:"Ez ewqas li ber edliyeyê rûniştim ne dewlet ne jî edalet hebû. Ji bo zilmê li me bikin bi zaneyî ew negirtin. Îbrahim Yildiz ê hem li nexweşxaneyê hem jî li dikanê zilm li me kir ev 5 sal in derbarê wî de lêgerîn hebû lê nehat girtin û li nexweşxaneyeke Mêrsînê dikeve emeliyata biçûkkirina mîde. Ka ev edalet li ku ye? Li ber edliyeyê hêsirên çavên min bû lehî. Em bi dewleteke bê merhamet rû bi rû ye. Wekîlê wan hebe yê me jî xwedayê me heye. Em dixwazin lawê min bê berdan û edaleta rast bi cih bê."